Eskeran hikûmeta demkî betal kir

Nûçeyên Cîhan

Duşem 25 Cotmeh 2021 - 23:58

  • Li Sûdanê, general Abdul Fettah El Burhan ragihand ku hikûmeta demkî hatiye betalkirin û rewşa awarte hatiye ragihandin. 

Li Sûdanê, general Abdul Fettah El Burhan ragihand ku hikûmeta demkî hatiye betalkirin û rewşa awarte hatiye ragihandin. 

Artêşa Sûdanê doh serê sibehê tevî Serokwezîr Abdalla Hamdok gelek rêveberên hikûmeta demkî ya sivîl girtin.

Li ser vê yekê gelek kes daketin kolanên paytext Xartûmê û çalakiyên protestoyî li dar xistin. Sendîkayan jî ji bo bêîteatiya sivîl bang kir.

Di dema çalakiya protestoyî de ya li ber biryargeha artêşê de, leşkeran gule li çalakgeran reşandin.

General Ebdula Fettah El Burhan ragihand ku Konseya Demkî û hikûmet hatiye betalkirin. General diyar kir ku li tevahiya welêt

Rewşa Awarte hatiye ragihandin û wê ”bi kesên erkdar re hikûmetek” bê avakirin.

Yekîtiya Efrîkayê xwest ku di navbera leşkeran û sivîlan de tavilê ”jinûve” hevdîtin dest pê bikin.

Nûnerê Yekîtiya Ewrûpayê yê ji Polîtîkaya Derve Berpirsyar, Josep Borrell bang li civaka navneteweyî kir da ku li Sûdanê pêvajoya demkî jinûve bixe ser rê. Borrell ji hêzên leşkerî jî xwest ku kesên girtine, tavilê berde.

Dîktator Omer El Beşîr di Nîsana 2019’an de ji ber serhildana gel, ji desthilatdariyê hatibû xistin. Ji wê demê û vir ve li welat pêvajoyeke aloz heye. Ji Tebaxa 2019’an ve jî sivîl û leşkerên ku pêvajoya demkî bi rê ve dibin, li ser hukm in.

XARTÛM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.