Êrişa li malbata kurd nîjadperestî ye
Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 03:20
Jinan li dijî êrişa nîjadperest a li dij malbata kurd a li Stenbolê wiha gotin:"Divê toleransa li hember zimanê Kurdî, çanda Kurdî û çandên din ên li van axan bibe bingeha jiyana hevbeş. Divê berpirsiyariya vê êrîşê bi tevahî were bicihanîn."
Di 13’ê Tîrmehê de, malbatek ku ji pîknîkê li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê vedigeriya, ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî bi tundiya polîsan rû bi rû man. Trawmaya ku Zeynep Yaman jiyaye, ku ji ber lêdanan neçar ma ku pêşwext zayînê bike, careke din eşkere kir ku polîtîkayên bêcezatî û nefretê li Tirkiyeyê çiqas pêş ketine. Bertekên li hember êrîşa nîjadperest a polîsan dewam dikin.
Êrişeke nîjadperestî ye
Tulin Osmanogullari, ji Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, diyar kir ku şîdeta li dijî jinan di hemû beşên civakê de tê dîtin, lê ev êrîş ne tenê wekî şîdeta li dijî jinan û ne jî tenê wekî nijadperestî dikare were hesibandin.
Êrişeke sîstematîk e
Femînîsta serbixwe Tugçe Kizildemir diyar kir ku nijadperestî bi salan e li Tirkiyeyê tê pêşxistin û êrîşa niha nîşaneya vê siyaseta nefretê ye. Tugçe Kizildemir wiha got: "Divê toleransa li hember zimanê Kurdî, çanda Kurdî û çandên din ên li van axan bibe bingeha jiyana hevbeş. Divê berpirsiyariya vê êrîşê bi tevahî were bicihanîn. Ji bo ku êrîşên nijadperest ên bi vî rengî bi dawî bibin û jiyaneke aştiyane pêk were, divê polîtîkayên nijadperest bi dawî bibin. Em dizanin ku li Kurdistanê şîdeta sîstematîk a dewletê li dijî jin û zarokan heye."
Emîne Akbaba, endama Komeleya Jinan a Halkevleri, diyar kir ku êrîşên li dijî jinan ji betalkirina Peymana Stenbolê ve bi berdewamî zêde bûne û bikaranîna berfireh a bêcezatiyê bûye sedema rewakirina tundûtûjî û îstîsmarê ya li dijî jin û zarokan.
Ji ber mûzîka kurdî îşkence kirin
Yasemîn Elban ji Komeleya Zimanê Avesta diyar kir ku ger malbatê guh bidaya muzîka Tirkî, ew ê ev êriş lê nehatiba kirin. Yasemîn Elban bi bîr xist ku berê ciwanekî Kurd tenê ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatibû kuştin û tekez kir ku gelek caran êrîşên bi vî rengî û heta îşkence li dijî kesên ku bi Kurdî diaxivin çêbûne.
JINNEWS/ÎZMÎR