- Li Efxanistanê li eyaleta Paktîka di erdheja pêr bi şev a bi şideta 6.1´ê de herî kêm 920 kes mirin û 600 kes jî birîndar bûn.
Li Efxanistanê li eyaleta Paktîka di erdheja pêr bi şev a bi şideta 6.1´ê de herî kêm 920 kes mirin û 600 kes jî birîndar bûn. Cîgirê Wezîrê Afatê yê rejîna Talîbanê, Şerefuddîn Muslîm got, di encama erdhejê de herî kêm 920 kesan jiyana xwe ji dest da û 600 kes jî birîndar bûn.
Erdhej nêzî 44 kîlometro dûrî bajarê Host ê li başûrrojhilatê herêmê çêbûye.
Tîmên rizgarkirinê xebatên xwe dewam dikin. Bi helîkoteran birîndaran radikin nexweşxaneyên herî nêzîk.Heye ku hejmara miriyan zêde bibe.
Berdevkê Hikumeta Talîbanê ya Efxanistanê Bîlal Karîmî got, “Di encama erdhejê de gelek mal bi erdê re bûn yek û ev bû sedema mirin û birîndabûna gelek kesên li 4 navçeyên bajarê Paktîkayê.”
KABÎL