• Endama DAIŞ´ê ya ji Fransayê Emilie Konig dibêje, bi guhertina cilûbergên xwe ew xwe ji bo vegera Fransayê amade dike.

Endama DAIŞ´ê ya ji Fransayê Emilie Konig, îro li Kampa Roj a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragirtiye. Wê çarşefa reş û nîqab ji ser xwe avêt, û niha cil û bergên nû li xwe dike: taytekî teng, sweatshirtekî fereh û kumekî parastina li dijî rojê. Ev jina 36 salî, ji sala 2017´an ve li Rojava girtî ye. ew îdîa dike ku dixwaze "vegere Fransayê" û "şaşiyên xwe tamîr bike“. Ji AFP´ê Delîl Silêman wêneyên wê girtine. 

Ji ber ku li ser lîsteya Neteweyên Yekbûyî ya şervanên herî bi tehlûke ye, vegera wê dûrî aqilan be jî, ew dibêje, bi guhertina cilûbergên xwe ew xwe ji bo vegera Fransayê amade dike.

Hîna 80 jin û qederê 200 zarokên wan li kampên Rêveberiya Xweser ragirtî ne û Fransa xwe nade ber birina wan.

NAVENDA NÛÇEYAN