Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li me diqewime. Her weha li herêma me amadekarî ji bo peymanên nû ku mohra xwe li sedsala pêşiya me bidin, tên kirin. Navenda vî şerî Kurdistan e. Ji ber ku çawa Rojhilata Navîn di hevsengiya siyasî ya cihanê de weke jeopolîtîk xwedan rol e, Kurdistan jî li Rojhilata Navîn ewqasî xwedan rol e. Bi vê rastiyê ve girêdayî divê wekî Kurd em rewşa heyî baş bixwînin û li gorî wê polîtîkaya xwe ya neteweyî ava bikin. Kurdistan di Şerê Cîhanê ê Yekemîn de hate parçekirin. Û di yê duyemîn de gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû ma, ji ber ku serhildan û isyanên Kurdan hemû hatin perçiqandin.
Hêjayî gotinê ye ku sedemên bingehîn ên binketina tekoşîna Kurdan hingê ew bû ku Kurd parçe bûn, beşek jê bi Tirkan re tevgeriyan, beşek jê jî ji bo serxwebûnê tekoşiyan. Di encamê de herduyan jî wenda kir. Ji ber parçe bûn û lawaz bûn. Her weha di wê demê de Cemiya Îttîhad û Teraqî a faşîst û hevkarên xwe ne tenê Kurd, wekî Erdoxanî niha dike, Ermen, Ereb, Xirîstiyan, Çerkes jî qirkirin.
Bi vî rengî pêvajoyeke nuh di têkilyên Kurd û Tirkan de dest pê kir. Pêvajoya înkar û tinekirinê ku ji wê demê ve dest pê kiriye û heta niha dewam dike. Piştî sed salan weke Kurd em dîsa hatine ber pêvajoyeke dijwar. Careke din nexşeya siyasî ya hêrêmê tê guhertin û kevir hemû ji cihê xwe leqiyane û ji nû ve teşe digirin. Piştî 100 salan, cara yekê ye şansê guhertinê dikeve destê me. Ev şans heger rast were bikaranîn, em dikarin weke Kurd bibin xwedan rol di Rojhilata Navîn a nû de, na heger em şaşîtiyên mezin û stratejîk bikin, em ê wenda bikin; wê ji me biçe.
Divê em wek Kurd bizanin ku hîna jî me xwe ji çarmixê rizgar nekiriye. Kurd hîna jî tên qirkirin. Mînakên Şengal û Efrînê li ber çavan in. Hêza faşîst a ku vê qirkirinê dimeşîne û li dijî mafê Kurdan radiweste, Tirk in. Dewleta Tirk e ya ku îro bi roleke gelekî metirsîdar radibe, li dijî her çar parçeyan. Polîtîkaya Tirkiyê a Îttîhad û Tereqiyê nehatiye guhertin. Ew aqil û ew hişmendî bi tifaqa Erdogan û Bahçelî re bi rengê hêrî paşverû û faşîst bi rê ve diçe.
Ji bo her kesî eşkere ye ku Kurd îro di her çar dewletên ku Kurdistan dagir kirine, bûne hêzeke hevseng, Kurd li kêleka kîjan hêzê rawestin, ew hêz bi ser ketiye. Di hilbijartinên dawî yên şaredariyê yên li Tirkiyê de ev yek eşkere derket holê. HDP tevî siyasetên qirkirina siyasî hemûyan karîbû bi rola kilît di hilbijartinên Tirkiyê de rabe. Her weha, li Iraq û Sûriyê jî weha ye. Herêma Kurdistanê bi kîjan hêza siyasî ya Iraqê re hevkariyê bike, ew ê bi ser keve. Li Sûrî jî tevgera Kurd hevkariyê bi kîjan aliyê pevçûnê re bike (rêjîm û mixalefet) ew alî wê bibe xwedan giranî. Heger heta niha aloziya Sûrî çareser nebûye, ev yek teqez ji ber nebûna Kurdan di çareseriyê de ye; edî dost û dijmin jî li vê yekê mikur tên.
Dewleta Tirk hay ji vê yekê heye. Ji bo ku Tirkiye, Kurdan ji vê rola staratejîk derxe, wan lawaz bike û tine bike, bi DAIŞ´ê xwest Başûr û Rojava dagir bike. Dema ev yek bi ser neket, li Başûr ew bi xwe ket dewrê û li Rojava jî bi riya çetezên bi xwe ve girêdayî xwest vê armanca xwe pêk bîne. Dema vê yekê jî encama bi dilê wê pêk neanî, niha jî dixwaze bi riya şerê di nav Kurdan de vê armanca xwe ya qirêj bi encam bike.
Bê guman rêbaza herî xeter û herî metirsîdar ev e. Ji ber ku li dijî êrişên dewleta Tirk û DAIŞ´ê û çeteyan, Kurd hemû dibûn yek û vê hêzeke mezin di nava Kurdan de ava dikir. Di heman demê de li ser cîhanê jî bandoreke mezin çêdikir. Lê pevçûna di nava Kurdan de wê îmzekirina qirkirna Kurdan be. Û ev ê wê tişta ku Tirkan di van 10 salên dawî de nikarî bi ser xista, pêk bîne. Lewma ev sorkirina PDK´ê li dijî PKK´ê û polîtîkaya ku li Başûr tê meşandin, ne tenê di nav bera du partiyên Kurd de ye. Ev pîlana qirkirina Kurdan e. Tirkî dixwaze bi vî rengî Kurdan weke hêzeke stratejîk ji dewrê derxîne û armancên xwe ên hegomonîk li herêmê û tevahî Kurdustanê bi ser bixe. Her du hêzên sereke li Kurdsitanê PKK û PDK heger şerê hev bikin, delweta Tirk wê bibe hêza sereke û ti hêz nikare pêşiya wê bigire. Di vî şerî de PKK û PDK wenda nakin, Kurd wê wenda bikin, ji Kurdan wê biçe. Divê em vê yekê baş îdrak bikin. Ji ber ku armanc ew e, Kurd lawaz bibin û rola xwe a stratejîk ji dest bidin. Ev yek li ser me ferz dike ku em Kurd hemû bi yek dengî û bi yek helwêstê li dijî vî şerî rawestin, ev agir wê me hemûyan bişewitîne û serdemekê bide wenda kirin. Em ê herî Kêm 100 salan wenda bikin. Zarokên Kurd wê dîsa bindest û kole bin.
Divê em li paşeroja xwe xwedî derkevin. Divê em nehêlin birînên nû di canê Kurdan de vebin. Birîn hemû dikewin, lê birînên birakujiyê herdem xwîn û êşê çêdikin. Lewma Kurd hemû divê bibin av û vî agirî vemirînin. Ji ber ku şermezariyeke mezin e ku em wek Kurd pirsgirêkên xwe bi çek û şer çareser bikin. Lewma divê em hemû li derdora dirûşima na ji birakujiyê re na ji qirkirina Kurdan re bibin xelek. Û em nehêlin ku xwîna Kurdan bi destê Kurdan bihereke. Yek hêza tenê dikare vê felaketê rawestîne, ew jî hêza gelê Kurd e li her çar parçeyan. Divê em ti carî vê hêzê biçûk nebînin.