ARAT ARARAT/DORTMUND

Ji bo piştgiriya mexdûrên erdheja mezin a Bazarcixê li Elmanyayê jî maseya krîzê hat ava kirin. Li Elmanyayê komeleyên 5 federasyonên ser bi KON-MED’ê hem ji bo ku alîkariyên neqdî bên kirin û hem jî ji bo êşa hev parve bikin, dixebitin.

Piştî erdhejê bi sedhezaran mirov li kolanan mane  hewceyî alîkariyê ne. Saziyên Kurdistanî yên li Elmanyayê ji bo alîkariyê her dixebitin. Maseyên krîzê hem li federasyonên ser bi KON-MED´ê û hem jî li komeleyên wan hatin avakirin. Ji bo kordînekirina van xebatan jî ji bo tevahiya Elmanyayê Maseyeke Krîzê hat avakirin. Hevseroka KON-MED´ê Zubeyde Zumrut bang li her kesî kir da ku bi ruhê seferberiyê bi rêya Heyva Sor alîkariyê bide mexdûrên erdhejê.

Zumrut berdevka Maseya Krîzê ye jî. Wê got, hem çend saetan piştî erdhejê wan têkilî daniye bi mexdûrên erdhejê re û di cih de ji bo avakirina maseyên krîzê wan zend û bend badane.

Wê da zanîn ku wan li bajarên weke Leverkusen, Dortmundê li dergehên Elewiyan civînên xwe kirine û ji ber ku li van bajaran gelek kesên xizmên mexdûran hene, komîsyonên taybet li van bajaran hatine damezrandin.

Zumrut da zanîn ku yek ji maseyên krîzê ji bo tesbîtkirinê ye: kesên di erdhejê de xizmên wan mirine, kesên birîndar bûne, yan jî maliyên wan di bin xirbeyan de ne, tên tesbîtkirin.

Zumrut got, “Em ê hewl bidin birîna xwe bi hêza miletê xwe bipêçin.”

Hejmarên telefonê yên xwe gihandina maseyên krîzê jî li jêr in.

Berlîn: 0162 1526973 - 01573 5695917
NRW: 01573 1316339 - 01575 6508396
Hamburg: 0176 21673003 -0173 9850451
Frankfurt: 0171 4742000 - 01520 8574968
Stuttgart: 01516 4747472