
- Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku bi pêngava "Niha dema jinê ye" ya KJK'ê re ji bo pêvajo ji "qonaxa negatîf derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf" bibe wê têgihiştin, rêxistinî, çalakî û komunbûna jinê ji xwe re bikin esas.
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû di bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haberê de bûyerên di rojevê de ne nirxand. Hevpeyvîna bi Çîgdem Dogû re bi vî rengî ye:
Bi rastî em di pêvajoya ku em tê de ne de jî dibînin, li dijî Îranê pêvajoyeke êrîşê hate destpêkirin. Beriya wê jî pêvajoyeke mudaxaleya kûr hebû ku ji aliyê hêzên derve ve hatibû destpêkirin. Ev êdî ber bi qonaxeke nû ve diçe. Mudaxaleya Îranê jî bû qonaxeke nû ya vê yekê. Niha bi rastî li ser navê gelan em her tim vê dibînin: Li Rojhilata Navîn li ser navê gelan mudaxaleyek çênebû. Li ser navê jinan, yê bindestan, kedkaran, karker, gundiyan... li ser navê hemû mezheb û çandên bindest... di rastiyê de Rojhilata Navîn her tim bêyî van ma. Belkî piştî bi hezaran salan cara yekem e Rêbertiyê li ser navê van bangek kir. Li ser navê van mudaxaleyek pêk anî. Ev pir girîng e. Ji ber ku Rojhilata Navîn her tim bi mudaxaleyên derve ji cewherê xwe derket. Kurdistan her tim bi mudaxaleyên derve ji cewherê xwe derket. Rojhilata Navîn bi giştî ev tişt jiyan. Em hîn jî dijîn.
Niha bi vê hincetê, yanî banga 27'ê Sibatê, helbet bi pêvajoyên berê re girêdayî ye, têkoşîna pêvajoyên berê jî ev yek di nav xwe de dihewand. Lê banga 27'ê Sibatê, hem ji bo demokratîkbûna dewletan û hem jî ji bo demokratîkbûna civakan formulasyoneke pir girîng danî holê. Yanî ev ne tenê ji bo Kurdistanê yan jî tenê ji bo Tirkiyeyê pêvajoyeke destpêkirî ye. Mirov dikare ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û dinyayê jî bibêje. Lê herî zêde pêdiviya Rojhilata Navîn pê heye. Di vê wateyê de mudaxaleyeke li ser navê gelan û jinan îfade dike û divê em vê yekê teqez diyar bikin. Di vê wateyê de mudaxaleyeke stratejîk û dîrokî ye.
Li vir fêmkirina vê yekê pir girîng e; yanî bi vê bangê re di rastiyê de pêvajoya guherîn û veguherînê ya li Tirkiyeyê gihîştiye qonaxeke pir girîng. Ger em Komara Tirkiyeyê û sala borî binirxînin; wekî rêxistin me bi banga Rêbertiyê re gavên pir dîrokî avêtin. Yanî ev mijarên têne zanîn in. Belavkirina PKK’ê, qedandina stratejiya têkoşîna çekdarî, me daxuyaniyên wiha dan û gavên wiha avêtin. Ev gavên pir dîrokî bûn. Her yek ji van vê biryardariyê nîşan da; me bi belavkirina PKK'ê û qedandina stratejiya têkoşîna çekdarî, biryardariya xwe ya ji bo pêkhatina Komara Tirkiyeyê ya demokratîk û beşdarbûna di vê komara demokratîkbûyî de nîşan da. Yanî nêzîkatiya mîna "PKK'ê xwe tasfiye kir, dê çekan deyne" nêzîkatiyeke pir rûber e.
Li holê rastiyeke komarê hebû ku sed salan hatibû derengxistin, bûbû sedema windahiyên mezin û bi şaşî hatibû şêwazkirin. 50 salên wê bi serhildanan derbas bû. Yanî heger em serhildanên navberê jî tevlî bikin, zêdetirî 50 salî bi serhildanan derbas bû. Ji ber vê yekê êdî divê ev pêvajo were rastkirin. Pêdivî bi rastkirina komara ku çewt hatibû avakirin hebû. Yanî pêvajoya serhildanê ya 52 salan, di rastiyê de ji bo nîşandana vê çewtiyê bû. Baş e, divê mirov çawa rast bikira, çawa demokratîk bikira? Ya girîng ev bû. Rêbertiya me ev biryardariya veguherînê nîşan da. Me wekî rêxistin jî bi gavên ku me avêtin, hewl da vê biryardariyê nîşan bidin.
Helbet li vir ya girîng ew e ku dewleta Tirkiyeyê û hêzên ku li Tirkiyeyê siyasetê dikin, bi vê biryara veguherînê tevbigerin. Ji ber ku ev ne tiştekî ku tenê bi aliyekî bibe ye. Yanî em nikarin bibêjin ev pêvajo tenê bi biryardariya veguherînê ya aliyekî pêş dikeve. Pêdivî bi biryardariya veguherîna dualî û pêdiviyên siyaseta demokratîk a dualî heye. Yanî her tim dibêjin "ev bazarek e, "... lê ev ne mijarek e ku mirov bi bazarê îfade bike. Heger em ê Komara Tirkiyeyê demokratîk bikin, heger em ê mîna gelên bira tê de bijîn û hiquqa xwişk û biratiyê ava bikin, wê demê divê mirov vîna wê ya dualî nîşan bide. Divê mirov vîna siyasî ya dualî nîşan bide. Di vê xalê de, divê hêzên ku vê siyasetê dimeşînin biryara vê bidin. Divê dewlet biryara vê bide. Di vê xalê de jî, helbet divê Rêber Apo bi qonaxa duyemîn a ku em ketine de, xwedî şert û mercên siyaseta azad be.
Heta niha bi pêvajoya Îmraliyê û bi mercên tecrîda Îmraliyê re, Rêbertiyê ewqas karî bike ku bi rastî gavên awarte avêtin. Rêber Apo ev yek nîşan da: Wî bi awayekî pir xurt nîşan da ku ew muxatabê sereke yê gelê Kurd e, hêza wî ya rêvebirin û birêvebirina vê pêvajoyê û rêbertiya wê heye û xwedî vê jêhatîbûnê ye. Lê ji bo ku piştî vê bikaribe bimeşîne, bê guman divê azad be. Divê xwedî mercên siyaseta azad be.
Siyaset çi ye? Rêbertî dibêje "Siyaset hunera hilberandina çareyan e". Ji bo jin û civakê, afirandina çareya xwe siyaseta wan e. Jin komûna xwe ava dike; li ku derê pêdiviya wê hebe, li taxê, di nav malbatê de, bi zarok û hevserê xwe re, li dibistanê, li kargehê... bi vê avakirina komûnal siyaseta xwe ava dike. Ji ber vê yekê em nikarin têkoşîna jinê bê siyaset û bê hişmendiya îdeolojîk bigirin dest. Cihê ku em lê winda dikin li ku ye? Yan em pir îdeolojîk nêzîk dibin û aliyê polîtîk nabînin, yan jî pir polîtîk nêzîk dibin û aliyê îdeolojîk rêxistin nakin.
Bi vê pêngava KJK'ê, em pêngava "polîtîkbûn-îdeolojîkbûn" û avakirinê pêngava pozîtîf pêk tînin. Em bi vê yekê "Entegrasyona Demokratîk" û "Civaka Demokratîk" a ku Rêber Apo di banga 27'ê Sibatê de diyar kiribû, xwedî lê derdikevin. Ji ber ku avakirina jinê, di heman demê de hûnandina civaka demokratîk e. Di heman demê de em vê pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî digirin dest. Armanca me bi pêngava avakirinê, çalakî û hişmendiyê, bi ser ketin û azadiya Rêbertiyê ye.
Çalakiyên 8'ê Adarê zûdeyî bi coş destpê kirin. Em dibînin ku çalakî tên lidarxistin. Di çarçoveya pêngava KJK'ê da destpêkirin de em bang dikin ku çalakiyên ji niha û pê ve hîn xurtir bibin. Divê demên 8'ê Adarê hîn bêhtir bêne zêdekirin. Bi pêngavên komînbûnê, zanebûnê, rêxistinbûnê, çalakîbûnê re em hîn xurtir bikin, mezin bikin. Em rojên 8'ê Adarê bikin rojên hîn bi wate û kûr. Lewma em girîng dibînin ku çalakiyên 8'ê Adarê hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê hevdu temam û xurt bikin. Em hêvî dikin ku bibe wesîle ji vê yekê re. Em ji bo vê bang dikin. Wekî din, di danezana me de jî hebû. Hevrê Sema Yuce gotibû, 'Ez xwe ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê dikim pir'. Ev gotineke dîrokî û bi wate ye. Weke jinên Kurd divê em têkoşîna xwe ji 8'ê Adarê heta bi Newrozê bikin weke pirek, çalakiyên xwe hîn xurt bikin. Em têkoşîna jinê bigihînin têkoşîna yekîtiya neteweyî ya jinê. Ji bo vê em têkoşînê bimeşînin. Bi vê wesîleyê 8'ê Adarê li her kesî pîroz dikim. Em dibêjin ji 8'ê Adarê heta Newrozê em xwe veguherînin pirekê.
ANF / NAVENDA NÛÇEYAN







