Em ê fermanê nedin jibîrkirin
Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 02:55
Jinên Êzidî destnîşan kirin ku ji bo ew fermanê ji bîr nekin û gotin:"Piştî fermanê li ser fikr û felsefeya Serokatî me xwe perwerde kir, têkoşiyan û xwe pêş xist. Heta em sax bin em fermanê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.”
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 11’emîn salvegera fermanê li Sûka Kevn a Şengalê bi dirûşma ‘Em ê bi banga aştî û civaka demokratîk heyfa qirkirina li dijî jinên êzidî hilînin’ daxuyanî da û plansaziya xwe ya kar û xebatên fermanê aşkera kir. Jinên ku tev li daxuyaniyê bûn axivîn.
Berdevka Meclisa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî ew nêzî salvegera fermana 3’yê Tebaxê dibin ji ber vê dê kar û xebatên xwe di asta herî bilind de bimeşînin û wiha got: “Ji bo em fermanê ji bîr nekin û ji bo tola dayik û xwişkên xwe hilînin çi ji destê me were em ê bikin. Ev dibe 11 sal lê hîn gorên me yên komî nehatine vekirin û jinên Êzidî hê jî têne firotin.”
Hêza me têra me dike
Berdevka Meclisa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî bi bîr xist ku dewleta Iraqê hê jî 3’yê Tebaxê wek jenosîd qebûl nekiriye û bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku qebûl neke jî pêwîstiya me bi Iraqê nîn e, hêza me têra me dike. Em ê têbikoşin, ji zilm û zorê xilas bibin, zincîra koletiyê bişkînin û biser bikevin.”
PKK ji DAIŞ’ê xilas kir
Di heman mijarê de endama Meclisa Xweser a Tilezêrê Leylê Şeref jî got ku ew xwe li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dikin û ev tişt anî ziman: “Em weke jin îro li vir hazir bûn da ku em daxwaza mafê xwe bikin. Çalakiyên me her dewam in û tu kes nikare îradeya me tune bike. Di fermanê de hevalên PKK’ê bi hawara me ve hatin, ger ne ji wan bûna em ê tune bûbûna, wê zarokên me ji tî û birçîna bimirana. Xwarin û av dane me û me ji hovîtiya DAIŞ’ê xilas kirin. Lê belê piştî fermanê li ser fikr û felsefeya Serokatî me xwe perwerde kir, têkoşiyan û xwe pêş xist. Heta em sax bin em fermanê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”
NÛJINHA/ŞENGAL