Em dizanan em ji ku hatine

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 23 Îlon 2024 - 18:00

  • 31'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter bi merasîma ku li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li Şîşliya bajarê Tirkiyê ya Stenbolê hat lidarxistin, ji xwediyên wan re hatin dayîn. Li salona ku merasîm hat lidarxistin pankartên "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" û “Yenî Yaşam 6 salî ye" û wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz hatin daliqandin. 

Di beşa nûçegihaniya Kurdî de nûçegihana me Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn bi nûçeya "Çîrokek sûdwergir a ziman û têkoşîna azadiyê" xelat wergirt. Li ser navê Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn rojnamevan Azîz Oruç xelat wergirt.  Ezîz peyama Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn ku di şevê de peyam şandibû xwend. Di peyama Silava de wiha hat gotin: “Em dizanin ku em ji ku hatine û diçin ku derê. Di şexsê şehîdên çapemeniya azad de ku rê nîşan dan, ez spasiya hemû hevalên xwe dikim.”

Xelat hatin belavkirin
Piştre jî Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad Mûsa Anter hatin dayîn.
Di beşa nûçeyan a Tirkî de nûçegihanê T24'ê Cengîz Anil Bolukbaş bi nûçeya "Rêya hilweşînê ya Îliçê: Siyanûr rijand, lîsansa wê nehat betalkirin, deynê wê yê bacê hat jêbirin, qazanca wê zêde bû", xelat wergirt. Nûçegihana JINNEWS'ê Dîlan Babat bi dîmenê “Biaxive, tu ji ku yî?" Xelata Taybet a Juriyê wergirt.
Di beşa Wêneyan de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mujdat Can bi wêneyê ku rewşa sewalên di şewata di navbera Amed û Mêrdînê de derketî û 6 gund şewitîbûn, hêjayî xelatê hat dîtin. Di beşa Nûçegihana Jinan de jî nûçegihana Karkerên Jin Rahîme Karvar bi rêzenivîsên xwe yên li ser serpêhatiyên jinên kedkar ên çandiniyê hêjayî xelatê hat dîtin.
Xelata Rûmetê ya îsal ji bo bîranîna rojnamevanên berxwedêr Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ku di êrîşa dewleta Tirk de li Silêmaniyê hatin qetilkirin, hat dayîn. Her wiha parêzera mafên jinan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku Îranê biryara darvekirinê lê birî hêjayî xelata rûmetê hat dîtin.

Peyama Pexşan Ezîzî hat xwendin
Piştre jî peyama Pexşan Ezîzî ya ji Girtîgeha Êvînê şandibû hat xwendin. Ezîzî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Ev peyam bi silavên min ên şoreşgerî ji Girtîgeha Êvînê ya kela berxwedanê ye bi felsefeya ‘Berxwedan jiyan e’ ji bo Bakurê Kurdistanê ye. Ez şehîdên Çapemeniya Azad Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Karwan Hewramî û nivîskarên heqîqetê yên di vê rêyê de canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînim. Bakurê Kurdistanê her tim di berxwedana Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e û her tim bûye dengê girtiyan û azadîxwazan. Ez weke kesekî ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dişopînim di duyemîn salvegera şoreşê de vê xelatê diyarî malbata ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikim.”
 Herî dawî Koma Hevra derket ser dikê û stranên xwe got. STENBOL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.