HENAN MIHEMED
HELEB/ANHA
Mistefa Ebdo li taxa Eşrefiyê ya Helebê dimîne, di odeyeke jêrzemînê de di kîsan de kîvark çandine û dibêje ku serkeftina projeya çandina kîvarkan rê li ber firehkirina wê û firotina berhema wî li bazarên herêmî vedike.
Kîvarkên daran, yek ji cureyên kîvarkên bejî ne ku bi tehma xwe ya xweş tên naskirin. Lêçûna çandina wan jî kêm e, û berê wan jî zêde ye, nemaze li herêmên ku mîna van cureyên çandiniyê nînin.
Mistefa Mihemed Ebdo ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye, pîşeya wî ya sereke dirûtina cilan e. Malbata Mihemed Ebdo ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî Helebê bûye û li taxa Eşrefiyê bi cih bûye.
Lê ji ber rewşa aborî ya xirab û buhabûnê Mihemed Ebo dest bi çandina kîvarkan kir.
Der barê vê yekê de Mihemed Ebdo dibêje ku wî nimûneyên kivarkên daran çandiye, lê ji ber kêm lêkolînê û nezaniyê, şînbûna kîvarkan dereng ketiye. Li ser vê rêbazên çandiniyê yên serkeftî lêkolînê dike.
Ebdo, kîvarkan di kîsên plastic ên daliqandî de diçîne û diyar dike ku ev rêbaz a herî zêde ku li cîhanê tê bikaranîn.