• Gumgumok, di bazara Kurdî de navnîşaneke nû ye.

Li dinyayê tercîh û meyla mirovên modern roj bi roj diçe ser bazara li ser înternetê. Êdî ji bo danûstendinê wekî berê ne mecbûr in herin dikanan an bazaran. Li cihê xwe rûdinên û siparîşa wan tê mala wan. Niha yek ji wan bazarên ku li ser înternetê ye, bi zimanê Kurdî xizmetê dide. Ji pirtûk bigire heta çenteyan gelek tiştan diforeşe. Navê vê; Gumgumok e.

Mesele ne tenê ziman e

Di malperê ango rûpela Gumgumokê de cil, pêlav, xişr, kozmetîk, çente, pirtûk, amûrên muzîkê, tabloya kanvas, piyala kûpa, çenteyê paçîn, balîfa çarçik û seat û gelek tiştên din tên firotin. Malper li gorî kategoriyan hatiye dîzyankirin û bi sê zimanan e. Li gel Kurdî mirov dikare zimanê rûpelê bike Tirkî û Ingîlîzî jî. Belkî hin xwendevanên me bêjin ‘’Ma hew zimanê rûpelê Kurdî ye, ferqa xwe ji bazarên dîtir çi ye?’’Naxêr, tenê zimanê wê ne bi Kurdî ye, malên wê jî bi Kurdî ne. Mesela çi? Hûn dikarin cil, çente, tişt miştên din bikirin ku an nivîsên Kurdî li ser in an jî wêneyên navdarên Kurd. Her wiha hin tiştên Zarok TV, Amed Spor hene ku mirov dikare bi rêya rûpelê siparîş bide. Her wiha ji bo jin, mêr û zarokan cilên Kurdî jî hene.

Kargo ji kîsê wan e

Xebero, di rûpelê de erzanî jî heye. Herçî li Bakurê Kurdistanê an li Tirkiyeyê ye û bi perê Tirkan zêdeyî 100 panotan tiştan bikire heqê kargoyê ji kîsê Gumgumokê ye. Lê xuyaye, Gumgumok an hesabê Kurdên li derveyî welêt nekiriye an hê agahiyên derheqa wê de li ser rûpela xwe bar nekiriye. Ka kî dizane, belkî Gumgumok paşê ji bo Kurdên li Ewrûpayê jî kampayayan çêke.
Kesên ku dixwazin rêya xwe bi malperê bixin:
https://gumgumok.com
 

NAVENDA NÛÇEYAN