• Serokê DYE'yê Joe Biden daxuyanî da û got, DYE'yê lîderê çeteya DAIŞ´ê Ebû Ibrahîm el-Haşimî el-Qureyşî kuştiye.

 

Hêzên Taybet ên Emerîkî li nêzî kampa penaberan a Atmê nîşevê heta doh berê sibê gundekî di navbera Atme û Efrînê de operasyonek li dar xist. Hate ragihandin ku di şer de 9 kes hatine kuştin. DYE´yê pêşî diyar kir ku operasyon serketî bûye. Doh jî Qesra Spî û serokê DYE´yê Joe Biden daxuyanî dan û gotin, DYE´yê lîderê çeteya DAIŞ´ê Ebû Ibrahîm el-Haşimî el-Qureyşî kuştiye.

Hêzên Taybet ên Emerîkî li nêzî kampa penaberan a Atmê ya li Idlibê, nêzî gundê Dêr Belût ê Efrîna dagirkirî, operasyonek li dar xist. Midûrê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Abdulrahman got, “Di vê operasyonê de 2 jê zarok û yek jê jin, bi giştî herî kêm 9 kes hatine kuştin.” Hêzên qaşo parastina sivîlan ên ser bi çeteyên dagirker ve jî îdîa kirin ku di êrişê de herî kêm 13 kes hatine kuştin, ji wan 6 zarok in. 

Lê wezareta parastinê ya DYE´yê ev agahî piştrast nekirin, Pentagonê got, operasyona bi helîkopteran a li nêzî kampa penaberan a Atmê ya li herêma Idlibê serketî bûye.

Doh serokê DYE´yê Joe Biden daxuyaniyek da û got, bi fermana wî operasyon pêk hatiye û di operasyonê de lîderê çeteya DAIŞ´ê  Ebû Ibrahîm el-Haşimî el-Qureyşî, yê ku weke Abdullah Qardaş jî tê nasîn, hatiye kuştin. 

Balkêş e, di operasyona DYE´yê ya bi hevkariya QSD´ê ya li dijî lîderê berê yê DAIŞ´ê Bexdadî jî li devereke di bin dagirkeriya dewleta Tirk de li Barîşeyê, sala 2019´an, şeva ku 26´ê Cotmehê qulibî 27´ê Cotmehê hatibû kuştin.

WASHINGTON