DYE'yê 20 sal ceza li Jina DAIŞ'î birrî

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 00:43

Dadgeheke federal a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), li Allison Fluke-Ekren a 42 salî ji ber endametiya DAIŞ’ê û 2 rêxistinên din ên tundraw, 20 sal cezayê hesê birrî. Dozgerê dozê got, wê bêhtirî 8 salan li Iraq, Sûrî û Libyayê li ser navê sê rêxistinên terorîst xebitiye. Vê jina DAIŞ’ê fermandariya hêzêke jinan a DAIŞ’ê kiribû û keça xwe ya 13 salî, piştî ku mêrê wê hat kuştin, bi çeteyekî DAIŞ’ê re daye zewicandin. 

Li bajarê Alexandria yê eyaleta Virginiayê ya DYE’yê, Dadgeha Federal 20 sal cezayê hepsê li jineke Emerîkî birrî ji ber endametiya DAIŞ’ê û kirinên terorîstî. 

Ev jin Allison Fluke-Ekren a 42 salî ye. Ew li Kansasê li cotgehekê mezin bûbû. 

Dozgerê federal Raj Parekh dilê xwe bi Allison Fluke-Ekren neşewitand û got, “Ew esas bûbû weke şahbanûya DAIŞ’ê. Wê mejiyê jinên ciwan dişûşt û ew perwerde dikirin da ku biçin mirovan bikujin.” 

Sedema ceza jî esas kurekî wê bû, yê ku behsa zilma diya wan li wî û xwişk û birayên wî kiriye: “Dayika min cinawirek e ku hîç ji zarokên xwe hez nake. Xwîn, êş û azara her zaroka wê bi destê wê ve ye.”

Navê wê yê jidayikbûnê Allison Brooks bû, û piştî ku bi xwendekarekî Tirk ê bi navê Volkan Ekren re zewicî, Misilman bû. Pênc zarokên wan çêbûn û li Sûrî wan sêwiyekî du kujerên DAIŞ’ê jî ji xwe re kirin weled. 

Malbat sala 2008’an çûbû Misrê, sala 2011’an çû Lîbyayê, sala 2013’an çû Iraqê û paşê jî çû Tirkiye û Sûriyê.

Allison Fluke-Ekren piştî kuştina mêrê wê di 2015’an de 3 carên din zewicî bi lîderên leşkerî yên DAIŞ’ê re. Li gorî dozgeriyê wê perwerdeya leşkerî daye bêhtirî sed jinana da ku ji bo DAIŞ’ê şer bikin. 

ALEXANDRIA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.