Dûmana Kanadayê girte Emerîkayê

Nûçeyên Cîhan

În 9 Hezîran 2023 - 03:17

  • Dûmana şewatên mezin ên li Kanadayê gihişt DYE’yê û bandor li 110 milyon kesan kir.

Dûmana şewata li Quebec a Kanadayê bandor li 110 milyon Emerîkiyî kir

Dûmana şewatên mezin ên li Kanadayê gihişt DYE’yê û bandor li 110 milyon kesan kir.

Piştî şewatên li herêmên Alberta û Îskoçyaya Nû ya Kanadayê vê carê li Quebecê agir bi daristanê ket. Tê diyarkirin, ev şewateke gelekî giran e.

Saziya parastina daristanan a li dijî şewatê Sopfeu ragihand ku li 140 cihan şewat dewam dike û li gelek cihan şewat ji kontrolê derketiye. Tê diyarkirin, heta Duşema bê jî, ew ne li benda baranê ne.

Tê payîn ku ji bo vemirandina şewatê alîkariyên navneteweyî jî werin. Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau got, “Bi sedan agirkujên Emerîkayê gihiştine Kanadayê û gelekên din jî di rê de ne.”

Tê payîn ku nêzî 100 agirkujên ji Fransayê biçin herêmê.

Dûmana şewatê bandor li DYE’yê jî kir. Peykerê Azadiyê yê li New Yorkê û avahiya bilind a li  Manhattanê di nav mijeke pirteqalî û qehweyî de ma. Saziya Hewavaniya Sivîl a Emerîkayê (FAA) çûnûhatina hewayî kêm kir. Hinek balafir qet ranebûn. Saziya Parastina Jîngehê (EPA) diyar kir ku hewaya nebaş a ji ber şewatên li Kanadayê, bandor li ser 100 milyon kesan kiriye. Li Kanadayê ji ber şewatan 20 hezar kes hatine tehliyekirin û nîvî wan jî li Quebecê hatine tehliyekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.