- Çanda Kurd nîşanî xelkê dan
- Li Helebceyê lehî rabû!
- Remzeke herêma Dêrazorê; hinarên Sûsê
Dosyaya rojnamevan Pexşan Ezîzî ku 120 rojin nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, şandin Dadgeha Bilind.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) dosyaya rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku 18 rojin ji bo biryara dawî ya darvekirnê li girtîgeha Evîn tê ragirtin, ji bo Dadgeha Bilind hatiye şandin.
Li gorî heman çavkaniyê Pexşan Ezîzî 120 rojin nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Hêjayî gotinê ye Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn. TEHRAN
* * *
Çanda Kurd nîşanî xelkê dan
Li navçeya Novoalêksandroskaya ya herêma Stavrapolê ya Rûsyayê Cejna Yekîtiya Neteweyan hate lidarxistin. Otonomiya Federal a Kurd ya li vê herêmê jî beşdarî festîvalan bû.
Bernameya pîrozbahiyê bi axaftinên nûnerên neteweyan dest pê kir û piştre jî hunermendan stran û awazên xwe pêşkêş kirin.
Li ser navê Kurdên li herêma navborî koma govendê ya bi navê; “Kulîlkên Rojê” û Dengbêj Albîna Lezgiyêva derketin ser dikê, govend û stranên bi Kurdî pêşkêş kirin. Her wiha hunermendên Kurd bi germahî hatin pêşwazîkirin.
Serokê Otonomîya Kurdên li Stavropolê Husêynê Çerkez Axmêdov, di çarçoveya ked û hunera Kurdî ya di nava Yekîtiya Neteweyên Fedarasyona Rûsyayê de hate xelatkirin. ANF
* * *