• Encamên Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî diyar bûn. Weşanên Sor li ser navê Arjen Arî her sal ev pêşbirk li dar dixe û hewl dide dosyayên nû yên helbesta Kurmancî çap bike.

Di Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ya 11’an de, 5 dosya gihan ber destê lijneya pêşbirkê. Li gorî nirx û asta helbesta kurdî û bi taybet asta helbesta Arjen Arî, mixabin, lijneya pêşbirkê dosyayek hêjayî xelatê nedît.
Ji bo îsal “Xelata Rûmetê” jî dan Murathan Mungan. Nexasim jî helwêsta wî ya li hember qedexe û zextên li ser Kurdî pîroz kirin.
Lijneya pêşbirkê ji van kesan pêk dihat; Necla Arî, Îrfan Amîda, Îsmaîl Dîndar, Serdar Şengül û Şener Özmen. NAVENDA NÛÇEYAN