Dixwazin berxwedanê têk bibin

Sêşem 14 Gulan 2024 - 00:14

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 10’ê Gulanê gundên Bugaz û Qertwêran ên rojavayê bajarê Minbicê topbaran kiribûn. Di encama topbaranê de 200 hektar zeviyên çandiniyê û nêzî 3 hezar darên zeytûnan şêwitîn. Derbarê mijarê de Fatima El Mihemed a ji gundê Kawiklî got:"Ji ber êrişên Tirkiyeyê agir bi zeviyên me yên çandiniyê ket. Şewat ji gundê Girhuyok ê rojavayê bajarokê Erîme derket û gundê Îlan Yalnî yê bakurê bajarokê da ber xwe. Xelkê traktor û amûrên vemirandina agir amade kirin, lê ji tirsa ku werin hedefkirin, nikarîbûn nêzî cihê şewatê bibin." Fatima diyar kir ku ji ber bayê xurt şewatê rez û darên zeytûnan, zeviyên ceh, genim û nîskan da ber xwe. Fatima bi bîr xist ku şewatê tevahî hêviyên şêniyên li ser mewsimê çandiniyê têk bir û jêdera yekane ya debara wan tune kir. Wefa El Ehmed a ji gundê Îlanê jî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dirêjahiya gundên li beramberî herêmên dagirkirî zeviyên wan ên çandiniyê şewitandin û got:"Şewat bû sedema karesatekê, dûmana şewatê derbasî malan bû û bandor li nexweşan kir. Ev şewat jiyana kesên ku mala wan nêzî qadên çandiniyê ne dixe xeteriyê. Xetereya din jî ew e ku gundên me rojane ji aliyê dagirker û çeteyan ve tên topbarankirin." Xelkê Minbicê diyar kir ku hedefgirtina qadên çandiniyê yek ji hewldanên dewleta Tirk e ku xelkê tengava bike û wan koçber bike. Di heman demê de diyar kir ku armanc ji van êrişan têkbirina berxwedana gelan a li hemberî dagirkeriyê ye.

ANHA/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.