Max Oliver 78 salî ye lê hîna jî li ser qeyikeke piçûk dixebite. Ew diçe îstakozan digire. Ew dişibin kêvjalan, ji wan re kêvjalên behrê jî tê gotin. Lê gava hûn temenê xebatkarê li ber destê Max Oliver bibîhizin hûn ê bêhtir ecêbmayî bimînin. Diya wî ya ku 101 sal emir kiriye li cemê dixebite. Diya Max, Virginia Oliver li peravên Maine, yên li Rockland a Emerîkayê, hefteyê sê rojan bi vî karî re mijûl e. Ew jî bi kurê xwe re diçe behrê û îstakozan digire.
Dê û law bi hev re yekî ji karên herî bi tehlûke yên Emerîkayê dikin. Max, torên ku wek kemînê bi kar tîne û pê kêvjalên behrê digire, dikişîne û diya wî jî îstakozên hûr û gir ji hev vediqetîne. Ew piştî îstakozan dipîve, yên piçûk in dîsa davêje behrê lê yên mezin in ji bo firotanê hiltîne.
Virginia Oliver ji 7 saliya xwe ve bi vî karî re mijûl e û ji behrê pirr hez dike. Dibêje, “Ji bo min karekî zehmet nîne. Ji bo hin kesên din dibe ku zehmet be, lê ji bo min qet ne zehmet e.”
Virginia Oliver her çiqas bibêje, ev kar ji bo min ne zehmet jî caran tişt tên serê wê. Di van demên dawiyê de wê destê xwe biriye û birîna wê hetiye dirûtin. Gava bijîşk jê dipirse, “Tu çima di vî temenî de îstakozan digirî?” Ew wiha lê vedigerîne, “Dixwazim û hez dikim, ji ber wê.”
Virginia Oliver dibeje, "Ez naxiwazim ji vî karî teqewît bibim. Heta mirinê... û nizanim ez ê kêngî bimirim."
NAVENDA NÛÇEYAN