
Helbestvan Hozan Girkundê sala 1971`an li gundê Girkundê yê Dirbêsiyê jidayik bûye. Şêniyên gund debara xwe bi çandiniyê dikin. Hozan Girkundê dibistana seretayî li gund û ya navîn jî li bajarê Dirbêsiyê dixwîne. Ji ber şert û mercan neçar dimîne ku ji dibistanê derkeve.
Hozan Girkundê bi rêya pirtûkên wêjeyî yên kurdî xwe fêrî zimanê kurdî dike. Piştî ku li bajarê Serêkaniyê Peymangeha Wêjeya Kurdî vedibe ew diçe peymangehê. Hozan Girkundê got wî ji dibistana seretayî dest bi nivîsandinê kiriye û wiha pê de çû: “Ji zaroktî an ku ji refa 6‘emîn ve min ji nivîsandinê hez dikir. Di wê demê de min cureyên nivîsandina helbestan nizanîbûn. Lê min helbest bi rêbazên klasîk dinivîsandin.”
Helbestvan Hozan Girkundê got: "Hevalekî min ez fêrî tîpên kurdî kirim. Piştre ez li ser zimanê kurdî xebitîm. Min wêjeya kurdî lêkolîn kir. Helbestên helbestvanên Kurd weke Şêrko Bêkes, Ebdulrehman Mizûrî, Letîf Hilmet, Ebdullah Goran, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Ehmedî Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran xwendin. Her wiha min helbestên helbestvanên cîhanî wekî Pablo Nerûda, Nazim Hikmet, Arser Rambo û helbestvanên Ereb wekî Nîzar Qebanî, Mehmûd Derwîş û Semîh El Qasim xwendin."
Hozan Girkundê diyar kir ku helbestvanên herêmê jî bandor lê kirin û got hevalê wî Xemgîn Remo yê ji Dirbêsiyê gelekî pê min re bû alîkar. Sala 2019`an Hozan Girkundê ji gundê xwe koçber dibe û tê bajarê Hesekê.
Du dîwanên wî li benda çapê ne
Helbestvan Hozan diyar kir ku wî li ser jiyana xwe, koçberî, evînî, êşên gelê Kurd helbest nivîsandine. Pirtûkên wî yên Evîna Vejandî, Vehisînek li ber Delavên Çavên Dîlberê, Bêhnek ji Sirûşa Peyama Te, Çend Wêne ji Şengewîna Gundê Min, Vedenga Hestan, Henasên Te, Xeyal, Evîna Bêdawî û Destana Êşê çap bûne. Niha jî du dîwanên helbestan di destê wî de ne ku hîna çap nekirine.
Helbestvan Hozan Girkundê anî ziman ku ew niha li gorî derfetên xwe bi rêya telefona dest helbestên xwe dixwînê û rêdike ji hinek kesan re ji bo muzîkê têxin ber dengê wî. Wî hêvî kir di siberojê de derfetên wî baştir bibin û xebata xwe ya wêjeyî û helbestnivîsandinê bi pêş bixe.
Di dawiyê de Hozan Girkundê bal kişand ser girîngiya xwendinê, piştgirî dayîna nifşên nû yên nivîskar û helbestvan û wiha got: "Divê em zêde bixwînin û kêm çap bikin. Piştgiriya nifşên nû bikin û ji bo helbesta kurdî saziyên taybet werin vekirin."
ANHA







