• Li Wanê ji bo zimanê Kurdî cara yekem sempozyûmek hate lidarxistin û di sempozyûmê de yekîtiya Kurdan a ji bo ziman hate nîqaşkirin. 

Di roja duyemîn a “Sempozyûma 1’emîn a Zimanê Kurdî” de ku Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê li dar dixe, mijara “Çavkaniyên zimanê Kurdî, mufredat û meteryal” hatin nîqaşkirin. Moderatoriyê vê beşe Mehmet Sena Sonmez kir û ji akademîsyenê Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê Dr Şehmuş Kurt, lêkolînerê Weqfa Mezopotamyayê Dr. Ûbeydullah Pîlatîn û lêkolîner Cemîl Guneş, Endama Komeleya Ronahiyê Andro Çildergûşî wek axiver cih girtin.
Dr. Ûbeydullah Pîlatîn balê bir ser mufredata perwerdeyê yên dewletên cîhanê û got: “Li Japonyayê ji pola yekê heye dawiya zanîngehê bi zimanê zikmakî perwerde tê dayîn. Hemû welat mufredatê ji hev digirin lê belê zimanê xwe diparêzin. Îro li Kurdistan û Rojavayê perwerde û mufredatek heye. Lê mufredata bakurê Kurdistanê nîn e ji bo hebe îradeyekî mezin heye em dizanin. Em pê bawer in ku em ê di demekî nêz de vê yekê pêk bînin

Divê çavkanî zêdetir bibin
Akademîsyen Dr. Şehmûş Kûrt jî diyar kir ku çavkaniyên bi Kurdî kêm in û anî ziman ku divê çavkanî werin zêdekirin. Kurt bi bîr xist ku Kurd bi rêxistinbûna siyasî xwe rêxistin kirine û got: “Kurd bi vê yekê bi girîngiya zimanê xwe hesiyane. Di sala 1990’an de MKM û Enstîtuya Kurdî li Stenbolê di salên 2000’î de jî TZP û Dibastana Azad hatine vekirin. Gelek çavkanî ji van saziyan çap bûn. Bi pêşketina weşangeriya Kurdî kovar û rojname jî her ku diçe zêdetir bûne.”

Ji bo azadiya Kurdî têbikoşin
Lêkolînerê Weqfa Mezopotamyayê Cemîl Guneş anî ziman ku divê hemû Kurd ji bo Kurdî azad bibe têbikoşin û got: “Li gerî pergala heyî ya li cîhanê divê her kesek bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Lê belê dema mijar dibe Kurd û neteweyên bindest ev made nayê axaftin. Êdî divê Kurd ji bo di zimanê xwe de perwerdeyê bibinin daxwazên xwe bêhtir bînin ziman.”

Divê êdî em bibin yek
Herî dawî endama Komeleya Ronahiyê Andro Çildergûşî qala rewşa Kurdên li Kafkasyayê kir û got: “Divê Kurdên li Kafkasyayê bi Kurdên li başûr re di têkiliyê de bin. Em di sala 1918’an de ji Serhedê sirgûnî Ermenîstanê bûn. Piştî yekitiya Sovyetê hilweşiya em 40 hezar Kurd sirgûnî Gurcistanê bûn. Ji bo zimanê xwe biparêzin me di sala 1970’yan komeleyek ava kir. Gurcîstan salên borî mamosteyên Kurdî tayînî dibistanên Kurd tê de bûn kir. Em ê bi Kurdên li Kurdistanê dijîn re bêhtir di têkiliyê de bin. Êdî divê Kurd bibin yek.”
Sempozyûm bi dayîna diyariyên axiveran, bi dawî bû.  MA/WAN