MELE Elî SPÊRTÎ

Piştî şaristaniya Sumeran ya bûyî bingehê dewletbûn û deshilatiyê, Împaetoriya Akad koledar hat avakirin û Rojhilata Navîn xist bin deshilata xwe. Ha li hember vê deshilatdariya koledar pêşiyên Kurdan ên bi navê Godî rabûn û Împaretoriya koledar hilweşandin. 

Piştî demekê Împaretoriya koledar a Babîlê hat damezrandin û wê jî gelên Rojhilata Navîn xistin bin deshilatdariya xwe ya koledar. Dîsa, pêşiyên Kurdan ên bi navê Kasî, li hember sitemkariya wan rabûn û împaretoriya koledar hilweşandin.

Çaxê Nemrûdê sitemkar rabûyî û tevahiya Rojhilata Navîn kir bin deshilatdariya xwe ya sitemkar, dîsa ji heftê û du miletan ji nav pêşiyên Kurdan, Îbrahîm Xelîl (ss) rabû û deshilatdariya wî têk bir û gelên Rojhilata Navîn ji bin nîrê sitemkariyê rizgar kirin. 

Dema Skenderê Makedonî rabûyî, dunya tev vegirtî û Rojhilat Navîn jî dagîrkirî, kesekê nekarî li hember artêşa wî bergiriyê bike û xwe ragire; pêşiyên Kurdan û qehremanên wan ên çiyayî ji Zaxrosan lêdan, leşkerê wî şikênandin heya gihandin Lazistanê û li bajarê Trebzonê asê kirin. Gelên Rojhilata Navîn ji dagirkeriya wî rizgar kirin.
Berya jidayikbûna Mesîh bi şeşsed û tiştek salan, Împaretoriya Asûran a koledar tevahiya Rojhilata Navîn dagir kir. Ne tenê dagir kir, wê sitemek wesan li gelên deverê dikir, heta Dehakê wan ê sitemkar nexweşiya xwe bimejiyê keç û xortên ciwan ên wan civakan derman dikir. Ha wê demê, cardin gelê Kurd biserkêşiya Kawayê Hesinkar li hember wê sitemkarî û dagirkeriyê rabû û Dehakê xwînmij kuşt û gelên Rojhilata Navîn ji dagirkerî û sitemkariya wan rizgar kir.

Di dewra şoreşa Îslamê de jî yê ku Hezretê Muhemed (ss) û hevalên wî li Medînê ji qirkirina hevgirtina hozên Ereb ên hov yên biserkêşiya Qureyşiyên senemperest rizgar kir, qehremanê Kurd ê bi navê Selmanê Farisî bû. Ji Muhemed (ss) re bû alîkar û xendek da kolan û şoreşgerên Misilman bi pîlana wî danî, dijminên dagirker şikênandin û bi ser ketin.

Wekî din, piştî dewra saedetê, Emewiyan Împaretoriya xwe ava kir. Êdî Îslametiya rast ji cewhwerê wê yê rast ku umeta Îslamî bû, derxistin û nijadperestiya Ereban li ser gelên Rojhilata Navîn peywer kirin. Piştî bûn deshilat, ehlê Muhemed (ss) qir kirin, zarokên Îmam Elî û hevalên wan li Kerbelayê şehîd kirin. Hecacê sitemkar kirin waliyê Iraqê. Sitemkariya wî di Iraqê de û bi taybetî li derdora Nînowayê deng veda. 

Dîsa gelê Kurd bi serkêşiya Ebû Muslimê Xoresanî kû zanyar û qehremanekî gelê Kurd bû, li hemberî vê sitemkarî û dagirkeriyê derket û xanedana Emewiyan hilweşand û împaretoriya Ebasiyan hat avakirin. Dîsa çaxê hêzên kolonyalîst ên xaçperestên rojava, Rojhelata Navîn bi temamî dagirkirin, bi navê gelê kurd û xanedana Eyûbiyan, Selahedînê Eyubî rabû û gelên Rojhilata Navîn ji dagirkeriya kolonyalîstên rojava rizgar kir.

Îro jî tenê gelê Kurd hem li hemberî împeryalîzmê, li hember kevneperestiya olî têdikoşe. Mînaka wê ya herî eşkere têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê ye. Dema DAIŞ bilez li dunyayê û nexasim li Rojhilata Navîn bi pêş ket û gelek bajarên Iraqê û Sûriyê vegirtin, û di vê dagurkeriya xwe de hovîtiyên nehatîn dîtin, bi navê dîn kirin. Ne ti dewletan ne ti gelan, nekarî li hember vê rêbaza wan a hovane bibe asteng. Dîsa şervanên gelê Kurd û ya herî balkêş keçên Kurdistanê yên têkoşer ber sîngê wan girtin û deverên dagirkirîn yek bi yek rizgar kirin. Niha jî xelîfê wan yê nû, zatê bi navê Tayyip Erdogan bûye bela serê Rojhilata Navîn û dixwaze bi fikra DAIŞ'ê û nijadperestiya tûranî, Osmaniyeke nû ava bike û pirraniya Rojhilata Navîn bêxe bin bandora xwe. Dîsa yên li hemberî vê têdikoşin Kurd in, nexasim jî şervanên azadiyê ne.