Polêsên dewleta Tirk a dagirker, li Amedê careke din bêyî ku biryareke hiqûqî hebe, li Otogara Amadê nehiştin ku Rojnameya Xwebûnê ji bajarên din re were şandin. Hat zanîn ku polêsan gef li fîrmayê xwarine da ku rojnameyê nebe bajarên din. 

Astengkirinên li pêşiya belavkirina Rojnameya Xwebûnê dewam dikin. Rojnameya Xwebûnê hefteyê carekê tê çapkirin; ev demeke polêsên Tirk êrişî wê dikin. Ev êriş jî bêyî ku biryareke dozgeriya hêza dagirker hebe, bi awayekî kêfî tên kirin. Hat zanîn ku di 15’ê Cotmehê de belavkar ji bo hejmara 148’an a rojnameyê bişînin Stenbolê, diçin otogarê û rojnameyê radestî fîrmayê dikin. Lê piştre, polês bi awayekî derqanûnî diçin cem fîrmaya ku rojnameyê dibe Stenbolê û gefan lê dixwin da ku rojnameyê bi xwe re nebe. 

Beriya niha di 17 û 18’ê Îlonê de jî polêsan bêyî ku biryareke dozgeriyê hebe, hejmara 144’an a rojnameyê li otogarê desteser kiribû û destûr nedabû ku rojnameyî bişînin Mêrsînê.

AMED