• Wênesaz Rûken Ekîncî bi malzemeyên cuda wêneyan çêdike. Ew bêhtir li ser dîroka veşartî ya jinên Kurd disekine. Wê heta niha 5 pêşangeh birine serî û niha jî bi berhemên xwe yên nû tevlî pêşangeheke din dibe. Her sê berhemên wê yên ku wê li pêşangehê werin nîşandan, dîroka veşartî ya jinan derdixin holê.

FETHÎ BALAMAN/MA/ÊLIH

 

Wênesaz Rûken Ekîncî bi kelûpelên cuda û bermayiyan wêneyan xêz dike û dîroka jinan a windayî derdixe holê.

Dema wêneyan çêdike di şûna boyaxê de telpa qaweyê, di şûna firçeyê de derziyê bikar tîne. Bi pelên hişk, cilên kevn, komirê û kelepûlên bikêrnehatî tabloyan ango wêneyan çêdike. Ev wênasaza ku bi vî rengî wêneyan çêdike Rûken Ekîncî ye û li Êlihê dimîne. Di şert û mercên dijwar de dest bi wênesaziyê kir û ewilîn bi ta wêneyan çêdike. Heta niha wê 5 pêşengeh vekirine û ji niha şûn ve jî ew ê berhem ango wêneyên xwe di qada navneteweyî de nîşanî hunerhezan bide.  

Rûken Ekîncî wê bi berhemên xwe yên bi navê “Qêrîna Şahmarana Girtî”, “Hêviya azadiyê ya Şahmaran” û “Prensesa Medî Amytîs” di navbera 23’ê meha Hezîranê û 9’ê Tîrmehê de li Izmîrê tev li çalakiya çand û hunerê ya Şahmaran bibe. 

 

Bêhtir motîfên Kurdî

Ekîncî dibêje, bêyî perwerdehiyê, wê xwe di karê wêneyan de bi pêş xistiye û rêbazên cuda bi kar tîne. Ekîncî diyar dike ku bi hunerê xwe bandora şer a li ser jinan diresmîne. Ekînci dide zanîn ku pirraniya xebatên wê ji mijarên li ser ekolojî, mîtolojî û têkoşîna jinan in û got, “Wêneyên min bêhtir ji motîfên Kurdî pêk tên. Kelûpelên ez bi kar tînim jî kelûpelên kêrnehatî yanî yên kevin in. Ez ji wan kelûpelan sûdê digirim. Ez wan vediguherînim huner. Ez di wêneyên xwe de bêhtir nasname, dîrok, maf û erdnîgariya xwe rave dikim.” 

Şahmaran qenc û dirûst e

Ekîncî tîne ziman ku ew ê bi 2 wêne, peykerek û berhemên mîtolojîk beşdarî Çalakiya Hunerî ya Şahmaranê ya Izmîrê bibe û got, “Şahmaran nûger e, hekîm e. Ji xwezayê dermanan çêdike. Qenc û dirûst e. Min jî hewl da di berhemên xwe de van taybetmendiyên Şahmaranê nîşan bidim.” 

 

Xweşikiya Mezopotamyayê

Rûken Ekîncî dibêje, wê berhema “Qêrîna Şahmarana girtî” bi singer, karton, cils, silîkon, morî, jelatînên cixareyan û tûlê çêkiriye û wiha dipeyive: “Di dîroka Mezopotamyayê û mîtolojiya Kurdan de wateya peyva Şahmaran tê wateya mirovê qenc û dirûst. Min jî xwest cih bidim vê qêrîna girtî. Li ser axa Mezopotamyayê her tişt xwezayî ye. Min jî xwest vê xweşikiya Mezopotamyayê ya ku mehkûmî girtinê tê kirin, nîşan bidim.” 

 

Hêviyek ji bo azadiya Şahmaran

Rûken Ekîncî dide zanîn ku wêneyê duyem jî weke dewama wêneyê din be bi dewma mijarê dadikeve û navê vê berhemê jî “Hêviya azadiya Şahmaran” e: “Gelek ol, netewe û bawerî li erdnîgariya Mezopotamyayê hene. Jixwe, ew bi vê dewlemendiya xwe tê zanîn û naskirin. Lê serdest yek ol, netewe û baweriyê li ser vê erdnîgariyê ferz dikin. Min jî xwest li dijî vê yekê, hêviya azadiyê ya Şahmaran û diaya wê ya ji bo vê erdnîgariyê nîşan bidim.” 

 

Prensesa Medî; Amytîs

Rûken Ekîncî behsa berhema xwe ya bi navê “Prensesa Medî Amytîs” jî dike. Ew xwedî çîrokeke mîtolojîk e jî. Rûken Ekîncî dibêje, “Min milên peyker ji renge zêr, pişta peyker bi rengê zîv û ling û ranê peyker jî bi xîza çolê çêkir. Prensesa Kurd Amytîs di serdema Împaratoriya Medan de beriya mîladê di salên 1800’î* de li dinê bûye. Jiyana Amytîs jî dişibînin jiyana Şahmaran. Prensesa Kurd a Medî Amytîs rastiya Mezopotamyayê ye. Ez dixwazim di huner ango berhemên xwe de ji dîrokê ve heta niha dîroka jinan ku hatiye veşartin, raber bikim û nehêlim ew jibîrçûyî bimînin. Yanî ez bi vî awayî wan zindî dikim.” 

 

Dilopek boyax jî beredayî xerc nakim

Rûken Ekîncî dibêje, xwe di hundirê wêneyan de dibîne û got, “Ez di şertên dijwar de berhemên xwe diafirînim. Rewşeke min ku ez dilopeke tenê ya boyaxê jî beredayî xerc bikim, nîne. Şert û merc çi dibe bila bibe, hewl didim tişta herî baş çêbikim. Cihgirtina jinan a di warê hunerî de gelek girîng e. Ez dixwazim vê yekê biparêzim.”

 

 

* Têbîniya edîtoriyê: Ev agahî xelet e. Amytîs beriya mîladê di sedsala 6´an de jiyaye. ew keça Şahê Medan Astiyages e û hevjîna Kîrosê Duyem  e. Xwişka Astiyages a bi heman navî jî bi keyayê Babîlê Nebûkednezarê Duyem bû. Nav bi xwe telefuza Latînî ya navekî Medî ye û gelekî muhtemel e ku “humatî” ya Avestî be. Maneya wê hingê wê “hizra qenc” be.