ALAN REŞÎD/XANDÎ ELO
ANHA/ŞEHBA

Dewleta Tirk dîroka herêmên Sûriyê yên wê dagir kirine, diguherîne. Mînaka herî berçav jî Efrîn e. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkiriya xwe ve, 60 deverên dîrokî û 30 goristan, ziyaret û cihên dînî xirab kirine.
Dagirkerên Tirk û çeteyên wan, sala 2021’ê 15 dever û girên şûnwarî bi rêya maşîneyên giran wêran kirin:
- Girê Hilûbiyê yê gundê Elkê (Şera)
- Girê Alciya yê li gundê Alciya (Şera)
- Girê Ubûdanê yê gundê Ubûdanê (Şera)
- Girê Erendê yê li gundê Erendê (Şera)
- Girê Heciya yê li gundê Dêr Belût (Cindirês).
- Girê Misto Hesen ê li gundê Sêmalka (Mabeta)
- Girê Misto Hesen ê Jêrîn ê li gundê Emara (Mabeta)
- Girê Berbiûş (Mabeta)
- Girê Elemdar ê li gundê Elemdar (Raco)
- Girê Qewaq ê li gundê Kora (Raco) 
- Keleha Kilûtiyê yê li gundê Kilûtiyê (Şêrawa).
- Girê Sûs ê li gundê Bîbaka (Bilbilê)
- Girê Coqê yê gundê Coqê (ser bi navenda Efrînê)
- Girê Qereniyê yê li Efrînê
- Girê Şorebe yê gundê Şorebe (Efrîn).

Herî dawî beriya çend hefteyan, girê Kilûtiyê yê li gundê Kilûtiyê yê navçeya Şêrawayê bi moşekên dagirkeran wêran bû. Ev cih di lîsteya UNESCO de hatiye tomarkirin.

Qirkirina etnîk dibe serî

Hevserokê Gerînendeya Şûnwaran a Kantona Efrînê Selah Sîno diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dîroka kantonê berovajî dike: “Tirkiyê hewl dide dîroka şûnwarên li kantona Efrînê qir bike û bi rêya avakirina dîrokeke nû, qirkirina etnîkî pêk bîne, hewl dide dîroka rast a Efrînê îmha bike û dîroka osmanî lê bide xuyakirin. Ev hemû kiryar lihevkirin û peymanên navneteweyî yên derbarê parastina şûnwaran de mîna lihevkirina Lahey a 1954’an ku Tirkiyê jî di nav de gelek dewletan îmze kirine, bin pê dike.”
Sîno diyar kir ku Tirkiyê cihê dîrokî yê Nebî Horî bi maşîneyên giran wêran kir, her wiha goristana Romanî ya 650 metreyan li başûrê rojavayê cihê Nebî Horî jî xirab kir.
Komên çete Girê Cindirêsê yê şûnwarî kirin baregeheke leşkerî, têkildarî vê Selah Sîno dibêje, “Ev gir ê herî mezin li Efrînê ye, rûbereke mezin jê hate koland û veguherandin baregeheke leşkerî. Li gorî wêneyên satelîtê yên di 28’ê Îlona 2019’an de devera li ser gir kolayî, bi qasî 15 hektaran hatiye belgekirin.”