- Kovara du mehane ya bi Kurdî û Tirkî Dilop bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê hejmara xwe ya 34'an a mehên Gulan-Hezîranê belav kir.
Kovara Dilopê vê hejmarê gotûbêjek wekî dosya belav kiriye. Serpil İlgun ligel zanyarê siyasetê Prof. Dr. Mesut Yegen li ser têkiliya DEM Partî ya li metropolan axiviye. Yegen dibêje, "Li metropolan têkiliya DEM Partî ya ligel hilbijêr/hezkirên xwe lawaz dibe."
Ji hevpeyvînan Ferdî Tutmez ligel hunermend Mehmet Atli axiviye. Atli ku qala çîroka xwe ya 30 salên hunermendiyê kiriye dibêje; "Ez her dem xwendekarê kurdî me." Bulent Ulus jî ligel lêkolîner Firat Aydinkaya axiviye. Aydinkaya dibêje, "Çîna navîn dest daye ser axaftina ku li ser navê kurdan tê kirin!"
Azîz Tekîn li ser navê Nûbiharê beşdarî Fûara Pirtûkan a Hewlêrê bûbû. Wî, bi sernavê "Çavdêriyeke kurt li ser Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê" nivîsek nivîsiye û di nivîsê de bi dorfirehî li ser fûarê nivîsiye.
Adnan Firat Bayar jî bi ser navê "Amedspor, ji kulûbek zêdetir" nivîsek nivîsiye ku sernav kurdî, lê nivîs bi tirkî ye. Bayar bi dorfirehî li ser helwesta Amedspor û temaşevanên wê nivîsiye.
Di vê hejmarê de nivîsên Ozkan Zulfikar, Fewzî Bîlge, Dr. Eskerê Boyîk, Yildiz Çakar, M. Emîn Bozarslan, Îsmaîl Dîndar, İbrahim Karaca, Şenay Kumuz, Îbrahîm Gênç, Kemal Înal, Cemil Oguz, Kejê Bêmal, Zeynel Aşkin Oguz hatine weşadin. Her wiha helbestên Eugênê Pottier, Reyhan Sarhan û Ece Ayhan di kovarê de cih girtine. NAVENDA NÛÇEYAN