Ji gerîlayên ku li Bestayê 4´ê Têrmehê şehîd bûn, yek jê şehîd Bengîn Barman bû. Gerilla TV´yê dîmenên şehîd Bengîn Barman parve kirin. Ew di van dîmenan de behsa hezkirina xwe ya ji bo dengbêjiyê dike. 

Şehîd Bengîn Barman balê dibe ser şer û berxwedanên bi sed û heta hezarê salan ên di dîroka Kurdan de û dengbêjiyê jî weke yekî ji awayên berxwedanê bi nav dike.

Bengîn dibêje, “Dengbêjî ji bo Kurdan gelekî giring e. Gava mirov guh dide dengbêjan, dadikeve kûrahiya dîroka Kurdan. Ev mirovan bextewer dike.”

Ew dibêje, bav û kalikê wî jî stran bi awayê dengbêjiyê gotine û hingê wî xwestiye timî guh bide wan. 

Ew gava bi bavê xwe re çûye şivantiyê, bavê wî bi awayê dengbêjiyê stran gotine, û şehîd Bengîn jî xwestiye weke wî bibêje, yanî guh daye bavê xwe, stranên wî ji ber kirine û wî jî ew stran gotine.

NAVENDA NÛÇEYAN