• Sala 2021´ê wê Kurd jî weke milet di serjimara Meliktiya Yekbûyî de bên destnîşankirin.

Di encama karê Kurdish Cultural Centre a li Londonê de ev yek çû serî. Niha li pêşiya civakên Kurd ên li Meliktiya Yekbûyî karê bîrewerkirina endamên wan hene ku xwe weke Kurd di serjimarê de bidin qeydkirin. Ji bo kesên ku li ber daneyên xwe yên şexsî dikevin jî em agahiyekê bidin: Agahiyên we yên şexsî bi temamî anonîm in û heta 100 salan jî wê li nifşên siberojê neyên eşkerekirin.

LONDON