Hejmara 161’ê ya kovara Nûbiharê derket. Kovara Nûbiharê ya ku temenê wê bû 30 sal, 3 mehan carekê bi Kurdî derdikeve. 

Edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di nivîsa edîtor de, bi kurtî behsa kêmbûna firotina kovarê û zehmetiyên weşangeriyê kiriye. 

Rohat Alakom li ser çend wêneyên Elî Eşref Begê analîzeke berfireh kiriye. Elî Eşref Begê û bavê wê Gulî Cewar Axa di artêşa Rûsan de general bûne. Alakom dibêje, ji sala 2012´an û pê ve ji arşîva Rûsan gelek resmên Elî Eşref Begê derketine û ji wan resman meriv gelek agahiyên dîrokî jî hîn dibe. 

Abdurrahman Adak di vê jimarê de li ser Xulaseê Eqîde ya Seyid Ebdullahê Nehrî nivîsiye. Li gorî Adak, dema di sala 1911´an de cara pêşî Kurdîzade Ehmed Ramîz vê Eqîdeyê çap dike, li ser wê navê nivîskar Seyid Ebdullahê Nehrî nenivîsiye. Ev jî bûye sedem ku paşê ev eqîde li ser navê gelek kesên cuda çap bibe. 

Di vê jimarê de nivîsa Mehmet Emin Cirik li ser terîqeta Qelenderiyê ye. Lokman Polat kurteçîrokên Rojbîn Özkan Qenewîçê, Dr. Ömer Uluçay jî romana Receb Dildar Bêjan daye nasandin. Hanifi Taşkın, Sidîq Gorîcan û M. Muhemmed Gulnar derketine geştê, çûne gundê Çemê Xanê ku li ser Hîzanê ye. Hanifi Taşkın di vê jimarê de ev geşta han nivîsiye. 

Hevpeyvîna vê jimarê Muaz Çetin bi Yaqûb Karademir re çêkiriye. Yaqûb Karademir niha li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye û di hevpeyvînê de behsa xebatên xwe û jiyana xwe ya Parîsê kiriye. 

Wekî din kesên bi nivîs û çîrokên xwe di vê jimarê cih girtine ev in: Abdullah Can, Sabri Akbel, Zana Şaybak, Abdurrahman Benek, Seher Bişaroğlu Karak, Murad Pola, Felat Dilgeş, Ebru Yılmaz, Dilazad A.R.T, Rêzan Diljen, Memet Çağdavul û M. Zana Karak. Rojen Barnas, Hîwa Qadir, Berken Bereh, Hafizê Şirazî, Mem Med, Zeynep Çelik, Sabri Akbel, Seyyid Rissînî, Mîr Şad, Rainer Maria Rilke, Cahit Sıtkı Tarancı, Sidîq Gorîcan, Muqades Agirî, Ahmed Arif, Şaban Şenateş, Raif Yaman, Mustafa Acar, Nesîmî, Evdilxaliqê Îsa û Azad Rêbiwar jî şairên vê jimarê ne.

NAVENDA NÛÇEYAN