- Şêwekara Kubayî ya mînîmalîst Carmen Herrera di 106 saliya xwe de wefat kir. Herrera bi xebatên xwe yên razber û mînîmalîst dihat zanîn.
Şêwekara Kubayî ya mînîmalîst Carmen Herrera di 106 saliya xwe de wefat kir. Herrera bi xebatên xwe yên razber û mînîmalîst dihat zanîn.
Ew pirr bi derengî, di 89 saliya xwe de hatibû naskirin.
Bala Herrera tim li ser hunerê razber bû û wêneyê xwe yê pêşî di sala 2004’an de firotibû. Herrera di hevpeyvîneke xwe de gotibû, ji ber ku ew pêdivî pê dibîne û hez dike, xêz dike. Wê qet guh nedeye pereyan û nexwestiye bibe keseke bi navûdeng. Wê şan û şohret jî weke tiştekî çor qebe bi nav dikir.
Berhemên Herrera yên mînîmalîst û razber li Muzeya Huner a Whitney Emerîka, Museum Of Modern Art û li London Tate Modern tên nîşandan.
HAVANA