Bi armanca pêşxistina hunera şanogeriyê li herêma Firatê, Desateya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê 40 roj beriya niha dewreya perwerdeyê ya yekemîn li ser hunera şanogeriyê li Kobanê dabû destpêkirin.
Ji 20 kesên ku beşdarî perwerdeyê bûn, 12 kes man û perwerde rojane 13 saet ji aliyê lîstikvan û şanogeran ve dihat dayîn.
Cîgira Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Rodîn Yûsif derbarê dewreya perwerdeya şanoyê de; “Rewşa hunera şanogeriyê li kantona Kobanê lawaz bû, ji ber vê yekê me dît ku pêwîst e bi şanoger û lîstikvanan re têkilî saz bibin da ku dewreyên perwerdeyê vekin. Piştî dewre bi dawî bibe kesên derçûyî dê li pêşberî berpirsyartiyên hin mezintir bin. “
Perwerde li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê dihat dayîn. Kesên ku derçûn kêfxweşiya bi vê gavê anîn ziman.
Yusra Bozê jî ku beşdarî dewreyê bû wiha got: “Piştî derbasbûna 40 rojî li ser vekirina dewreya perwerdeyê ya taybet bi şanoyê êdî em dikarin enerjiya di hundirê xwe de derxînin, xwezî ev dewre ji zûde hatiba vekirin, dê niha rewşa şanoyê li kantona Kobanê cuda bûya. Em Şoreşa Rojava silav dikin ku rê li pêşiya me vekir ku bi serbestî behreyên xwe pêk bînin.” ANHA/KOBANÊ