• Peywendiyên Kurdan bi dewletên Ereb re hene. Ew jî êdî bawer dikin ku Kurdên Rojava ne xwedî projeyeke parçekirina Sûrî ne.

Şiyar ZAXO

 

Piştî ku Yekîtiya Erebî, Sûrî ji vê saziyê derêxist, têkiliya ti dewleta erebî bi Sûrî re êdî fermî nîne. Hemûyan têkiliyên xwe pê re qut kirin. Piştî wê, bûyerên dayî der hişt ku hinek dewlet peywendiyên ji nû ve bi Sûrî re çêkin; hin jê yekser û hin jê jî neyekser. Lê Sûrî sala 2013´an ji Yekîtiya Erebî hat derxistin û heta niha jî beşdar nabe.
Ev biryar hingê li ser zexta dewletên Kendavê, yanî Erebistana Siûdî, Yekîtiya Mîrnişînên Ereb, Qeterê pêk hat; wan li ser delwetên Ereban hemûyan zext kir da ku Sûriyê ji Yekîtiya Erebî derxînin. Sala 2015´an hin dewletan xwest muxalefeta Sûrî ya li Tirkiyeyê li ser kursiyê Sûrî rûne. Lê dewletên Ereb ev yek red kir. Cihê wê hîna vala ye.
Hin dewletan li ser zexta Rûsyayê xwestin ku Sûrî li cihê xwe vegere, lê belê Sûrî heta niha bi rengekî fermî venegeriyaye nava Yekîtiya Erebî ya ku ew yek ji damezrênerên wê ye. Yek ji sedeman zext û berjewendî ne. Yên ku li dijî vegera Sûrî ne, niha Misr û Erebistana Siûdî ne. Ew dibêjin, heta welat xwe hinekî ji şerê navxweyî dûr nexe û di nava saziyên dewletê de hinek reforman neke, nabe ku vegere nava yekîtiyê.
Lê helwêsteke ne fermî jî heye. Em dizanin ku Yekîtiya Mîrnişînên Ereb careke din sefîrê xwe şand Şamê. Lê bandoreke mezin çênebû. Lîbyayê jî îsal sefareta xwe li Şamê vekir. Ev aliyê Hefter bû. Ji bilî van, sefareta Misrê li Şamê bê sefîr heye; cîhgirekî bi karê sefîr radibe, lê heye. Misrê heta niha têkiliyên xwe bi Sûrî re qut nekirine. Têkiliyên xwe yên ewklehî û êstîxbarî jî hîç qut nekirine. Heta di binî re alîkariya Sûrî jî dike, tevî ku eşkere tiştekî welê nîne. Misr wekî din timî fermî daxuyaniyan dide ji bo ku hêzên biyanî vekişin û dibêje, ew ê parçekirina yekparebûna xaka Sûrî jî qebûl neke. Hin peywendiyên Tûnisê bi Sûrî re hene û yên Cezayîrê jî peywendiyên bi dizî hene.
Hemû dibêjin, ew dixwazin Sûrî li rewşa xwe ya berê vegere. Lê di rastiyê de û nexasim li gorî rastiya li ser zemîn, ev hinekî zor e. Neteweperestên Ereb jî bangan dikin, "Sûrî dewleteke Ereb e û em nahêlin parçe bibe." Lê rastiya li Sûrî û parçebûna li ser zemîn tiştekî din e. Li milekî dewleta Tirk hin dever dagir kirine, li aliyê din li Rojhilatê Firatê QSD, MSD û Emerîkî hene. Vê jî kiriye ku her parçe li gorî berjewendiyên xwe siyaseta xwe bike. Aliyê Kurd ji bo diyalogê ev bi dehan car e bang li hikûmeta Şamê dike, lê ev bê encam dimîne. Sûrî ne bi destê xwe ye. Biryara dawî ya Rûsya û Emerîkayê ye. Herdu jî naxwazin aştî bibe. Li gorî wan şer çi qasî dirêj bike, ew dikarin ew qasî berjewendiyên xwe bidin qebûlkirin.
Rûsya dixwaze Emerîkayê ji Sûrî derxîne, ji bo wê dixwaze Kurdan bi kar bîne. Emerîka jî dixwaze Rûsya û Îranê bike der û ji bo wê Kurdan bi kar bîne. Lê Kurdan ji destpêkê ve weke rêya siyasiyan xwe weke terefekî xweser ava kir. Ji ber vê, geh Rûsya û geh Emerîka xwe ji Kurdan aciz dikin. Me di milê pratîkê de li Efrînê dît ku bi destûra Rûsyayê Efrîn hat dagirkirin, bi ya Emerîkayê jî Serêkaniyê. Herdu dixwazin Kurdan bi kar bînin, gava Kurd dibêjin ´na´, ew jî bi Tirkiyeyê Kurdan ditirsînin.
Ji bilî van peywendiyên Kurdan bi dewletên Ereb re hene. Ew jî êdî bawer dikin ku Kurdên Rojava ne xwedî projeyeke parçekirina Sûrî ne. Li ser vî esasî tevî ku çend buroyên wan hene, di pratîkê de kes alîkariyeke berçav nade Kurdan û hemû bêdeng in. Li bendê ne ka wê dawiya Sûrî bibe çi.