Dewleta Tirk kujerparêz e

Çarşem 11 Tebax 2021 - 04:48

  • Parêzerê doza komkujiya li dijî malbata Kurd Dedeoglu, Abdurrahman Karabulut dibêje, êrişa nijadperest plankirî bû û dewleta Tirk dixwaze qatilan biparêze.

Ji ajansa nûçeyan Jinnnewsê, Oznur Deger bi parêzer Abdurrahman Karabulut re peyiviye. Karabulut parêzerê malbata Dedeoglu ye. Di êrişa faşîstên Tirk de li navçeya Konyayê Meramê ji malbata Dedeoglu 7 kes hatin qetilkirin.

Nijadperestên Tirk ên faşîst pêşî Yaşar Dedeoglu, Bariş Dedeoglu, Serpil Dedeoglu, Serap Dedeoglu, Îpek Dedeoglu, Metin Dedeoglu û Sibel Dedeoglu yên Kurd bi sîlehê kuştin û paşê jî agir berdan mala wan. 

Abdurrahman Karabulut dibêje, Muduriyeta polêsan a Konyayê piştî komkujiyê xwestiye daxuyaniyê bide û bibêje, pevçûna cîranan e: "Rayedarên dewletê parêzeriya kujeran dikin. Hedefa wan ew bû ku failê bersûc nediyar bimîne."
Piştî ku raya giştî nerazîbûn nîşan da, rayedarên Tirk, piştî komkujiyê bi 6 rojan neçar man qatilê nijadperest Mehmet Altun bigirin. Wan pê re jî deh xizm û hevalên wî kirin nezaretê.

Abdurrahman Karabulut dide zanîn ku êriş bi ajoyên nijadperest hatiye kirin û Hakîm Dal jî bi heman saîqê hatiye qetilkirin. 

Parêzer Abdurrahman Karabulut bi bîr dixe ku hîna di êrişa 12´ê Îlonê de êrişkaran gef li malbatê xwarine û gotine, "Em ulkucu ne em ê we ji vir bişînin". Parêzer li ser vê dibêje, "Rayedar radibin, dibêjin, ev ne êrişeke nijadpest e. Ev daxuyaniya rayedaran ne rast e. Tu mafê kesî nîne vî sûcî binpaç bike."
 
Polêsan xwest derewan bike

Parêzer Abdurrahman Karabulut dibêje, "Midûriyeta Polêsan ji min re got, bibêje 'pevçûna cîranan e'. Xwest ez vê yekê li ser hesabê xwe yê medyayê yê twittirê bêjim. Min ev yek qebûl nekir. Wezareta Karê Hundur, walî, serdozgeriyê bi refleksa xwe xwestin rastiyê veşêrin. Lê belê nerazîbûna raya giştî ev asteng kir. Xelkê li ber xwe da. Gelek rêxistinên sîvîl ên civakî û bi sedan parêzer çûn serdana xizmên malbatê. Agahî û belgeyên me pêşkeş kirin, feraseta rayedarên dewletê ya ji bo veşartina rastiyê, asteng kir. Berî ku ev komkujî bê kirin, me xwest tevdîr bên girtin, lê rayedaran tevdîr negirtin. Di qanûna ceza de ji bo sûcên nijadperest bendfeke ceza giran bike, nîne. Divê li ser meselê qanûn bên sererastkirin. Her wiha nêzîkatiya ji dil a HDP'ê em dikarin bêjin herikîna vê bûyerê guhert. Di qetilkirina Hakîm Dal de jî diyar dibe ku lêpirsîneke berfireh nayê kirin. 50-60 kesî êriş kir, lê yek tenê hat girtin."
 
Dewletê xwest fail nediyar be 

Abdurrahman Karabulut dide zanîn ku dewletê  diwest kes bi failê bersûc nizanibe û dibêje, “Ev komkujiyeke plankirî bû. Kesên komkujî kir, endamên malbatê qetil kirin, komeke watsapê vekiribûn. Ev axaftinên di vê komê de eşkere bibin, dibe ku rewşa lêpirsînê biguherînin. Failê komkujiyê ji bo ferdên malbata xwe biparêze îfade da. Hevjîna bersûc dibêje, hevjînê min naxebite. Lê belê vî pereyî ji ku tîne? Gelek caran erebe kirê kiriye. Dema em lê dinihêrin bersûc tenê tetîkkêş e. Çimkî ev bi organîzasyon e. Bersûc xwe amade dike û diçe mala malbatê. Têra xwe guleyan dibe, bîdona benzînê dibe. Hemû delîl diyar dikin ku bersûc ne bi tena serê xwe ye. Medyaya hawiz dibêje me dîmen wiha da tu jî wiha îfadeyê bide. Vîdeo ji me veşartin û dan medyaya hawiz. Ev karesat e. Her wiha me xwest lê bikolin, ka piştî êrişa 12'ê Gulanê kê pere li hesabl fail razandine. Yekî ku nexebite çawa çeka şanzdehxwur bikire û wesayîtan kirê bike. Yê koma watsapê ava kiriye, nayê girtin. Me xwest ew bê girtin. Me wekî din xwest îfadeya wî kesî bê girtin ê ku şopa tiliyên wî li wesayîta bersûc hatiye dîtin."
 
NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.