Dewlet qatilan yek bi yek berdide

În 19 Mijdar 2021 - 23:00

  • Abdurrahman Karabulut dibêje, dadgehê bi îdîaya ku delîlên berçav nînin, qatil berdane.

Mehmet Altun û malbata Çalik û Keleş li navçeya Meram a Konyayê 7 nefsên malbata Dedeogullari ya ji Qersê qetil kirin, û ji ber ku nijadperest in, dewleta Tirk bi rêya dozgerê xwe, yek bi yek qatilan berdide. Parêzerê malbata Dedeogullari, Abdurrahman Karabulut dibêje, dadgehê bi îdîaya ku delîlên berçav nînin, qatil berdane. Dadger ji Karabulut re gotiye, xisûsên nehatine lêkolan hene û îdîaname gelekî qels e. Yanî dewlet qatilên xwe diparêze. 

Hê gava îdîanameya li dijî 11 kesan nû hat qebûlkirin jî dadgehê biryar da ku ji qatilan, Velî Keleş, Alî Keleş, Ramazan Çalîk, Yahya Çalik û Alî Çalik bên berdan. Niha jî li ser îtîrazê, xwişka Altun, Ayşe Keleş, hevjînê wî Lûtfî û kurê wan Alî Keleş bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 5´an a Konyayê 17’ê Mijdarê hatin berdan. Tenê kujer Altun û Îbrahîm Keleş di hepsê de mane.

 

Parêzerê malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut ji Ajansa Mezopotamyayê re ji Zemo Aggoz re peyoviye. Ewe dibêje, ji bilî Mehmet Altun ê kujer, tohmenbarên weke “sûc bi wan dane kirin” di îdîanameyê de cih digirin. Karabulit got, Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê jî bi hinceta ku delîlên berçav nînin, tohmetbar hemû ji bilî Mehmet Altun û Îbrahîm Keleş berdane.  

Dadgeh ji ber zextan qatilan berdide

Li ser biryarê Karabulut bi serokê dadgehê re peyiviye û wî jê re gotiye, ‘Ti delîlên berçav nînin, îdianame gelekî qels e û xisûsên ku têra xwe nehatine lêkolan hene’. li gorî Karabulut, dadgeh wê bi heman hincetê, heger îtîraz bibe, qatil Îbrahîm Keleş jî berde. 

Li gorî Abdurrahman Karabulut, dadgeh di bin zextên siyasî de ye: “Dozgerê lêpirsînê, bi taybetî di çarçoveya lêpirsînê de di bin zextê de ye û serbixwe tevnagere. Em vê yekê bi zelalî dibînin û hîs dikin. Hem êrişa 12’ê Gulanê û hem jî komkujiya 30’ê Tîrmehê encama nijadperestiyê ne. Me di axaftinên di navbera tohmetbaran de ev dît. Lê ne di îdianameyê de, ne dosyaya lêpirsînê de û ne jî di biryarên navberê yên dagehê de bi behsa nîjadperestiyê nayê kirin.” 
 
Bila dosya bibin yek

Karabulut destnîşan kir ku ew ê daxwaz bikin dosyeya êrişa 12’ê Gulanê û dosyeya komkujiyê bibin yek û ji bo ku tohmetbar hemû werin cezakirin çi ji destê wî tê jî ew ê bike.  

Karabulut wê pêşî ji bo girtina tohmetbarên berdayî bike: “Ji îro pê ve ji bo 7 kesên têkildarî doza li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran hatiye vekirin, me daxwaza girtinê kir. Em ê di rojên pêş de bersiva vê daxwazê bibînin. Berê jî daxwazên me yên girtinê hebûn, lê belê ti bersiv nedan. Em ê heta dawiyê li pey vê dozê bin.” 

Rûniştina pêşî ya doza derbarê 9 tohmetbaran de wê çileyê bê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê pêk bê.

ENQERE 

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.