DENÎZ BABÎR/OFFENBURG

Meşa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li Elmanya dewam dike. Ciwan di roja 5’an (Pêncşem) de ji bo balê bibin ser erdheja li Kurdistanê pankarta bi nivîsa ‘’Berpirsê vê karesatê, dagirkeriya sedsalî ya tirk a li Kurdistanê ye’’ vekirin.

Ciwan li navenda bajarê Offenburgê hatin ba hev û daxuyaniyek dan û gotin;’’Ji ber beriya erdhejê tedbîr nehatin girtin, dewleta Tirk sûcdar e’’. Di dema meşê de ciwanan bang li gel kir û derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de jî belavok belav kirin. Ciwanan destnîşan kir ku armanca meşa wan azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û gotin;’’Heta ku Rêber APO fizîkî azad nebe, polîtîkayên qirêj ên li Kurdistanê tên birêve birin jî, bidawî nabin.’’ Ciwan piştî meşa 20 km’yî, tevlî semînera ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li navenda bajarê Lahrê bûn. Ciwan wê îro bimeşin heta navenda bajarê Freiburgê. 

Enternasyonalîstan çalakiya xwe qedandin

Meşa Enternasyonalîstan a ji bajarê Cenevre ya Swîsreyê destpêkir, ji ber paşxistina meşa navendî ya ku 11’ê Sibatê li Strasbourgê pêk bihata, di roja 4’an de bidawî bû. Çalakger li navçeya Gerlafingen a Solothurnê hatin ba hev û çûn bajarê Oesingenê. Enternasyonalîstan li vir daxuyaniyek dan û diyar kirin ku di erdheja li Kurdistanê de bi hezaran kesî jiyana xwe jidest dane, ji ber vê yekê wan jî meşa xwe bidawî kiriye.