• Carrie Reichardt bi hunerê xwe ne tenê hunerê bedew dike, ew di heman demê de angajmana xwe ya civakî di meseleyên bêedaletiya sîstemîk û çalakgeriya civakî de jî nîşan dide

Carrie Reichardt hunermendeke Ingilîz e ku di hunera wê de weke çalakgeriya vîzuel hem protestoya civakî hem jî ya hunerî her heye Berhemên wê yên weke Tiki Love Truck (2007), Trojan Horse (2011), yan jî peykerê parazvana mafê jinan Mary Bamber (2011) ku niha li Muzeya Liverpoolê daimî tê nîşandan. Ev jî mitaleyên vê hunermendê yên sereke nîşan didin: bêedaletiya sîstemîk, wehşet, çalakgeriya civakî.
Ev hunermenda ku esas ji malbateke arîstokrat a Awusturyayî tê, ji ber ku bapîrê wê bi rêya ticaretê ji Çarê Rûs re xebitiye, piştî şoreşê tevî 3 kurên xwe, reviyaye Ingilîstanê. Carrie Reichardt keça yekî ji van kuran e. Ew li Beşa Hunerê Bedew a Zanîngeha Leedsê dixwîne û di sektorên huner ên film, peykertraşî û performansê de dixebite. Lê mijûliya wê ya bi lalîkên seramîk aliyê wê yê herî taybet e.
Ew berhemên hunerî yên anarşîk diafirîne; gava vê dike jî xemlên bi kulîlkan, yên kîç, yan jî yên meliktiyê û yên dînî bi ruhekî nû li ser tebeqeyên seramîkê tên bicihkirin. Mirov dikare bi gotinên wê bibêje, "bikaranîna radîkal a tiştên ji rêûresmê“.

Alternatîfek ji "eat the rich" re

Yanî di berhemên wê yên hunerî de gava kesek berê xwe bide wan, ew his pê re çêdibe ku Carrie Reichardt hewl dide berê wî/wê bibe ser protestoya sosyo-polîtîk û bi vê jî bîreweriyekê çêke. Yek ji mînakên vê yên herê darî çav, ew lalîkên seramîk in ên ku li ser wan dinivîse: "Eat the rich or sell them art (Dewlemandan bixwe yan jî huner bifiroşe wan)".
Filma "Eat the Rich" a sala 1987´an wê neyê bîra ciwanan, lê kesên emrê wan di ser 40´î re wê bihîstibin û heta belkî dîtibin jî. Di filmê de garsonekî reşik û nêremo, ji restoraneke dewlemend diçinê ya bi navê Bastard tê avêtin. Ew jî bi hevalên xwe re bi ser restoranê re digire, xwedî û karkerên wê dikuje û ji goştê wan xwarinê çêdike û dide dewlemendan û vî karî bi kuştina dewlemendan û çêkirina xwarinê ji goştê wan dewam dike.
Di encama wê de di gelek berhemên hunerî yên şoreşgerî de jî vê peyvê cihê xwe girt. Di gelek çalakiyên li dijê bêedaletiya civakî de jî ev veguherî sloganekê. Carrie Reichardt pişta vê sloganê digire lê alternatîfeke din jî li ber xwe datîne: Dewlemendan bixwe yan jî huner bifiroşe wan.

Înstalasyonên seramîkê

Înstalasyonên wê yên mîrasa çandî weke seramîka Dara Heyatê li South Acton a Londonê. Û ew ê înstalasyoneke seramîkê li îstgeha metroyê ya Finsbury Parkê jî bi cih bike. Hunerê wê û hunermendiya wê, tevî angajmana wê karîne xwe li Londonê û jê û wêde bidin qebûlkirin.

LONDON