• Ji bo hin kesên afirîner tenê çeloyek û xaniyekî dûrî bajaran bes e. Patrick Dexter jî wiha dike û li ber xaniyê xwe yê di nav xwezayê de çeloyê dijene. Ruhê muzîka wî ya dilpak digihîje her deverê. Dengê çeloya wî ji gelek kesan re dibe derman û xelk ji bo ku xwe aramtir hîs bikin li muzîka wî guhdar in.

Patrick Dexter dûrî bajêr û qerebalixê li xaniyê xwe yê di nav xwezayê de çeloyê dijene. Wî li navçeya County Mayo ya Îrlandayê, ji xwe re xaniyekî piçûk çêkiriye û di nav bêdengiyê de karên muzîkê dike. Piştî nexweşiya koronayê, ango pandemiya ji ber şewba vîrûsa covîd-19´ê, ew bêhtir hate naskirin. Ji ber ku wî di dema pandemiyê de li ber xaniyê xwe vîdeoyên xwe girtin û ev vîdeo parve kirin. Dengê çeloya wî ji bo gelek kesên ku di rewşa pandemiyê de tengijîbûn, bû weke derman, xelkê guhê xwe da muzîka Partick Dexter û lê guhdarî kirin. Di van vîdeoyan de yên ku wî parve kirine, performansên sade û xweşik hene ku merivan ber bi aramî û xwezayê ve dibin.

Wî ev performansên xwe yên muzîkê li CNN, BBC, ITV, Sky  News, Global News Canada, RTÉ, Virgin Media, TG4 û gelek kanal û platformên din jî pêşkeş kirine. Her wiha di Adara sala 2022’yan de jî albûmeke bi navê “Solace” jî derxistiye. Ev albûma wî li Kanada û Emerîkayê ketiye dereceyên herî baş û ew niha yek ji çelîstên herî baş ên dinyayê tê hesibandin. 

Patrick Dexter li “Trinity College Dublin” beşa aboriyê kuta kiriye. Piştre jî li Zanîngeha Leidenê di warê polîtikayê de mastira xwe kiriye. Lê piştî zanîngehê, wî mamostetiya muzîkê tercih kiriye û bar kiriye rojavayê Îrlandayê û li wir bi cih bûye. Tevî malbata xwe (hevjîn, keç û kûçikê xwe Naoise) li gundekî dimîne. Hevjîna wî Jan Campbell jî weke wî hunermend e. Her wiha Patrick li “Country Hall Arts”ê serokê beşa muzîkê ye û ji bo projeyên hunerî dixebite. Besteyan dinivîse û di warê muzîkê de tiştên nû diafirîne. 

Keda diya wî li ser wî gelek e

Patrick Dexter ji malbateke muzîkjen tê. Dema piçûk e bi xwişk û birayên xwe re tim amûrên muzîkê jenandine. 7 bira û xwişkeke wî hene. Dema dibe 7 salî, êdî çeloyeke wî çêdibe. Jixwe, bavê wî jî mamosteyê muzîkê bûye. Her wiha di orkestrayê de jî şef bû. Dema ew li Dublînê dimînin bavê wî zarokên xwe hemû fêrî jenandina amûrên muzîkê yên klasîk kirine. Lê ew keda diya wan ya li ser wan jî ji bîr nake û dibêje, “di ciwaniya xwe de havînan tim bi diya xwe re bûm û muzîkên ku bi me dan guhdarîkirin, bingehekî baş ava kir bi me re.” 

Patrick Dexter li ber destê kesên weke Arun Rao, Vivienne Long, Damien Rice û Joni Mitchell li ser muzîke perwerde bûye û bi saya serê vê yekê, xwe di vî warî de xurt û şareza kiriye. 

 

Bi muzîka wî bîra welatê xwe dibin

Patrick Dexter di sala 2014’an de tevî koma Îrlandayî ya bi navê “Heathers” beşdarî gelek tûrneyan bûye. Beriya ew li mala xwe ya Conty Mayo bi cih bibe, li gelek bajarên Ewrûpa û Asyayê jî geriyaye. Lê piştî pandemiyê, êdî ew zêde derneketiye û vekişiyaye xwezayê. Patrick Dexter helwêsên ji bo mûzîka wî derketine holê, wiha dinirxîne: "Xelk, nexasim jî xelkên Îrlandayî ji min re dibêjin, em bi muzîka te xwe baş hîs dikin û di wextên herî zehmet de tê bi hewara me ve. Di dema pandemiyê de jî gelek kesên Îrlandayî peyam dişandin û digotin, bi muzîka te çawa ku em li mala xwe bin, xwe wisa hîs dikin. Em bi saya muzîka te bi mala xwe û welatê xwe re têkiliyekê çêdikin.”

Patrick Dexter niha bi Marketa Irglova re çeloyê dijene. Irglova yek ji wan kesan e ku xelata Oscarê wergirtiye û di vî warî de şareza ye. Patrick Dexter ji bo albûma xwe ya dawî ya bi navê “Mother” dixebite û ev dê bibe albûma wî ya duyem. 

NAVENDA NÛÇEYAN