• Radyoya Sewt El- Heyat a ku weşana xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, bûye dengê tevahî civakê û dengê neteweya demokratîk di herêmê de. Sewt-El Heyat dixwaze xwe bigihîjîne her malê û rastiyan bi wan re parve bike.

 

RONÎDA HACÎ - JINHA/HESEKÊ

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî, tevgereke zêde ya ragihandinê çêdibe. Gelek dezgehên çapemeniyê yên dîtbarî, nivîskî û guhdarî weşanê dikin. Beriya Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêmê tenê saziyên çapemeniyê yên girêdayî sîstemên desthilatdariyê dihatin temaşekirin an jî guhdarîkirin. Niha êdî saziyên ku nûnertiya civakê dikin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine vekirin. Di her bajarekî de ji bajarê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radyo hatine vekirin lê radyoya “Sewt El- Heyat” (Dengê jiyanê) bi zimanê Erebî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşana xwe dike. Sewt El- Heyat di 1’ê Tebaxa sala 2018’an de li ser pêla 106.5 dest bi weşana xwe kir.  

Têkildarî 4’emîn salvegera Radyoya (Sewt El- Heyat) endam û rêvberên radyoyê behsa radyoyê kir. 

Dengê gelan digihîjîne hev

Endama rêvberiya Radyoya Sewt El –Heyat Raniya Mihemed da zanîn ku armanca wan ew e dengê hemû gelên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re parve bikin û got: “Radyoya Sewt El- Heyat ji saet 7:00 sibehê de dest bi weşana xwe dike û saet 24:00 xatir ji guhdaran dixwaze. Di hundirê weşana me de bernameyên cûr bi cûr weke bernameya siyasî, civakî, leşkerî, aborî, jin, herikîna sibeha, kurtenûçe û nûçeyên berfireh tên pêşkêşkirin. Weşana me bi zimanê Erebî ye, ji ber di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek pêkhate dijîn û bi zimanê Erebî dizanin, ji bo wê me xwest em xwe bigihînin wan.  Di radyoyê de 13 xebatkar hene jê 7 jin in. Di her bajarekî de nûçegihanên radyoya Sewt El– Heyat ji bo xwegihandina dengê gel hatine perwerdekirin û erkdarkirin.”

Jin roleke pirr girîng lîstin

Raniya bal kişand ser rola jinên rojnemevan di girîngiya guhertina hişmendiya civakê de û wiha peyivî: ”Jinên rojnamevan di nava vê civakê de jiyane, êşa wê kişandine û baş nas dikin. Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, bi sedan jinên rojnamenvan li hemberî zîhniyeta civakê têkoşiyan û ji bo derxistina rastiyê canê xwe feda kirin. Jinên rojnamevan barê herî giran dan ser milên xwe, li aliyekî şerê hişmendiya civakê kirin û li aliyê din jî ji bo guhertina vê hişmendiyê û derxistina heqîqetê kar û xebat dan meşandin. Derxistina rastî û naskirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku bi pêşengiya jinan dest pê kir erke jinên rojnamevan bû, lewma di pêşxistina xebatên çapemeniyê de jin roleke pirr girîng lîstin. Di nava 4 salan de radyoya Sewt El –Heyat gavên pir girîng avêtin. Îsal radyoya Sewt El- Heyat di nava radyoyên di Sûriyeyê de yekem radyoya di nava civakê de tê guhdarkirin, derket. Ev jî cihê pîrozbahî û serbilindiyê ye.”

Em ê xwe bigihînin her malê 

Xebatkara Sewt El-Heyat Ciwana Xelef jî da zanîn ku xebatên radyoyê ji bo pêşxistin û avakirina civakeke saxlem xwedî roleke pirr girîng bû û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Her kes dizane ku di her malê de û bi her kesê re înternet heye, dewletên desthilatdar jî ev yek ji xwe re qezenc kirin û civak li gorî berjewendiyên xwe didan meşandin. Şerekî taybet li ser ciwanên me tê meşandin, îro weke ragihandin erka me ew e em vê zîhniyetê biguherînin û mirovên xwedî fikrên azad bi rêxistin bikin. Em naxwazin mirovên civaka me dûrî hev bikevin û em dixwazin jiyana xwe bi hev re parve bikin. Ji bo wê armanca me ew e em xwe bigihîjînin her malê û van rastiyan bi wan re parve bikin. Di vê salê de me navenda nûçeyên jinan vekir. Ev gaveke pirr girîng û pêşketî ye, ji bo em bikaribin bibin dengê jinên azad em giranî didin bername û navenda nûçeyên jinan.”

Dixwazin dengê rastiyê bifetisînin

Ciwana destnîşan kir ku di êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de destpêkê rojnamevan hatin hedefgirtin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dijminên me ji bo wehşet û binpêkirina ku li ser civakê dike veşêrin, destpêkê rojnamevan û dezgehên çapemeniyê dikin hedef. Mînaka wê dema dewleta Tirk êrîşî bajarê Serêkaniyê kir destpêkê Radyoya Waşûkanî topebaran kir, paşê hejmarek rojnamevan hedef girt. Heya roja îro jî li Bakurê Kurdistanê jinên rojnamevan tên hedefgirtin û binçavkirin. Bi van kiryaran dixwazin dengê rastiyê bifetisînin, wehşet û qetilamên ku der heqê civakê de pêk tînin ji raya giştî re neyên parvekirin.”