• Hunermendê stranên gelêrî yê ji Kobanê, Hafizê Kor şemiya bihurî li navçeya Rihayê Pirsûsê çû ber rehma Xwedê.

Hunermendê stranên gelêrî yê ji Kobanê, Hafizê Kor şemiya bihurî li navçeya Rihayê Pirsûsê çû ber rehma Xwedê.  
Hafizê Kor, bi navê medenî Ebduqadir Hesen li taxa Kaniya Kurdan a bajarê Kobanê, sala 1940`î ji dayik bûye û her ji herdu çavên xwe kor e. Hafizê Kor bi gelek hunermendên Kurd ên dema xwe yên weke Baqî Xido, Mihemed Dûman û Mişo Bikabor re xebitiye‫. ‬
Li gorî tê gotin, Ebdulqadir Elî bi eslê xwe ji Yemenê ye. Bavê wî koçî Tirkiyê kiriye û piştre jî derbasî Kobanê bûye‫. ‬
Ebduqadir bi strana xwe ya gelerî ya bi navê “Eman berin esker berin” navdar bû, her wiha gelek stran, çîrokên gelêrî weke “Derwêşê Evdî, “Siyamend û Xecê”, “Hisên Bek Zelî û Dilo” weke stran digot‫.  ‬
Hafizê Kor van salên dawiyê li Pirsûsê dima. Cenazeyê wî jî li Ziyaretê yê li rojhilatê Pirsûsê hat veşartin‫.‬

RIHA