Demokratîkkirina Tirkiyeyê û statuya Kurdistanê

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 6 Sibat 2023 - 00:19

Akademîsyen Dr. Mahîr Tokatli îna bihurî li Frankfurtê li avahiya sendîkayan gava behsa sîstema heyî ya siyasî ya Tirkiyeyê kir, parleman şiband apandîsîtê. Yanî parlamena heyî ya dewleta Tirk êdî, ji ber ku erka qanûnçêkirinê û birêveberiyê jî di radeya dewî de di destê serokkomar de ye, hebe jî dibe, nebe jî dibe. Yanî ji bo xebitîna sîstemê, ne bivênevê ye.

Tokatli tevî parlamentera HDP´ê Pero Dundar di panelê de peyivî. Wekî din li ser aboriya dewleta Tirk Dr. Axel Gehring û li ser têkoşînên sendîka û jinan jî rojnamevan Svenja Huck peyivîn.

Panel bi sernavê “Demokratisierung der Türkei und Progressive Alternativen” (Demokratîkkirina Tirkiyeyê û Alternatîfên Pêşverû) bi rê ve çû. Weqfa Rosa Luxemburgê panel li dar xist.

Axir ez ê ji kesî xef nekim, gava behsa demokratîkkirina Tirkiyeyê tê kirin, ez berê xwe didim tecrûbeyên 10-15 salên bihurî yên Kurdan. Li nava Tirkiyeyê, ti hêza siyasî ya xwedî projeyeke demokratîkkirina Tirkiyeyê nîne; tenê Tevgera Azadiyê ya Kurd xwedî projeyeke bi vî rengî ye.

Yanî Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi rêk û pêk projeyeke siyasî daniye ya ku li aliyekî statuya Kurdan dikare misoger bike û îradeya wan a siyasî vejîne, li aliyê din dewleta Tirk demokratîk bike, da ku bihêle komên cihê yên civakî karibin heta radeyeke diyar azad bin. Lê esas ruhê vê projeya siyasî, parastina li dijî qirkirinê ye. Projeya demokratîkkirina Tirkiyeyê, projeya siyasî ya Tevgera Azadiya Kurd e ya li dijî qirkirinan û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya hevjiyaneke azad. Yanî ew ji bo her koma civakî - çi dînî, çi qewmî, çi pîşeyî, çi herîmî û çi jî cinsî - doza xweseriyê dike. 

Ev proje li ser terîfên “neteweya demokratîk”, “xweseriya demokratîk” û “konfederalîzma demokratîk” ava bûye.

Mahîr Tokatli terîfên xweşik kirin, çawa em jî dizanin, wî jî bal bire ser wê yekê ku li Tirkiyeyê esas muxalefeteke bi rastî ji bilî Tifaqa Ked û Demokrasiyê - ew jî tifaqa bi serkêşiya HDP´ê ye - nîne. Lê, min bi esabiyeta xwe ya Toriyane, bi pirsekê xwest ya di tûrikê xwe de eşkeretir bibêje: Ma rola çaresernekirina meseleya Kurd û Kurdistanê ya Tirkiyeyê û nebûna muxalefeteke bi rastî ne elaqedarî hev in?

Eyb e bibêjim, lê Svenja Huck di guhê gê de bû, weke rojnamevanekê hewldana wê ya dîtina esasên pirsgirêkan nebû. Ji ber wê pirsa min ew hinekî gêjo mêjo kir. Herçî Pero Dundar, Dr. Mahir Tokatli û Dr. Axel Gehring bûn, wan jî canikî û camêrî kir û ya di tûrikê xwe de xef nekirin. 

Ji ber pêkhatina ruhê siyasî yên partiyên siyasî yên di ser ji sedî 1´ê re deng werdigirin, xwe disipêre nijadperestiyê yan jî miletperestiyeke bi nijadperestiyê bi gewdebûyî, di meseleyên heyatî de bi navê “parastina dewletê” li dijî azadiya Kurdan dibin yek. Yanî esas, her kesê Tirkiyeyê nas dike, dizane ku konsesusa sereke ya muxalefet û desthilatdarê, tinekirina nasnameya Kurdî ye, bi qirkirinê halkirina meseleya Kurdistanê ye.

Pero Dundar jî îfadeyên xwe bêhtir glover kirin, lê îşaret pê kir ku esas projeya demokratîkkirina Tirkiyeyê her wiha projeya parastina Kurdan û komên din ji qirkirinê ye jî.

Yanî projeyên demokratîkkirina Tirkiyeyê û misogerkirina statuya Kurdistanê - li Rojava, Bakur û heta li Başûr jî - ji hev qut nabin, di zik hev de ne. Her kesê hay ji meselê heye, bi vê dizane. Desthilatdarên dewleta Tirk jî bi vê dizanin û statuya Kurdistanê ji xwe re weke meseleya man û nemanê dibînin û sedema israra qirkirina Kurdan jî ev e. Bi ya min, tenê, heger sîstema heyî ya desthilata Tirk şikesteke mezin a siyasî yan jî leşkerî bixwe, dê ji vê helwêsta xwe vegere. Wekî din aqlekî maqûl ne li nav muxalefeta Tirk de û ne jî di nava desthilata wê de xuya nake.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.