Di vê mehê de, zêdetirî 250 penaberên sûriyeyî bi rêya deriyê sînor ê Girê Spî ber bi kantona dagirkirî ve hatin dersînorkirin. Dewleta Tirk a dagirker di hefteya yekemîn a Tîrmehê de 160 penaber ku piraniya wan ji Hema, Heleb, Idlibê û bajarên din in, piştre 42 penaberên din ji Tirkiyeyê dersînor kirin. Di hefteya borî de jî 4 malbat û gelek ciwan dersînor kirin, da ku wan li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih bike.

Li gorî çavkaniyekî xwecihî, dewleta Tirk a dagirker wan penaberan di malên koçberên resen ên kantonê de bi cih dike. Milkên wan desteser dikin bi taybet zeviyên çandiniyê û bi hevkariya çeteyan diçînin.

Dewleta Tirk rawestînin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Heza Mihemed hişyarî li ser encamên siyasetên bicihkirinê li kantonê û guhartina demografiya herêmê da û got dewleta Tirk hewl dide xeyalên xwe yên împaratoriya Osmanî ya nû li van herêman pêk bîne. Mihemed destnîşan kir ku rejîma Tirk penaberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê li gorî rojeveke pîlankirî dersînor dikin da ku wan di mal û milkên koçberên resen de, bi cih bikin.

Mihemed, belavkirina fikra tundrew û pêkanîna pîlanên bicihkirinê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve û bi hevkariya komeleyên ixwanî yên kuwêtî, qeterî û herêmî yên din şermezar kirin. Mihemed bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û siyaseta dewleta Tirk a dagirker a têkildarî dersînorkirina penaberên Sûriyeyî û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî, rawestîne û piştî derxistina dagirkeriyê, vegereke ewle ji penaberan re peyda bikin.

ANHA/EYN ÎSA