Ne ji mêj, hê pêrar kerkedanên spî yên bakur hebûn, lê piştî mirina kerkedanê nêr ê dawî Adara par, koka vî cinsê kerkedanan qeliya tê qebûlkirin. Berê gelek cinsên kerkedanan hebûne ku koka wan qeliyaye. Yek ji wan jî kerkedanê yeksitirh (yekqiloç) ê dêw e ku weke kerkedanê Sibîryayê jî tê zanîn. Ev kerkedan bi qasî mamutekî mezin bû û sitirhê wî jî dêwane bûye. Fosîlên wan ên hatine belgekirin ên herî kevin ji dawiya serdema Plîyosen (teqrîben ji beriya 2,6 milyon salan) mane û yên herî nû jî ji dawiya serdema Pleytosen (teqrîben ji beriya 29 hezar salan) mane.
Ji vî cinsî yê herî baş tê nasîn û hatiye belgekirin Elasmotherium Sibiricum e; laşê wî ne weke kerkedanê em nas dikin e. Tevde bi pirç e. Ji ber sitirhê li pêşiya serê wî yê ne bi ecêban mezin jî jê re her wiha "Yeksitirha Sîbîryayê" jî tê gotin. Bilindahiya vî dehbeyê koka wî qeliyayî 2 metro, dirêjahiya wê 4,5 metro û giraniya wî jî 4 ton bûne.
Ev dehbeyê hanê tevî ku ji mêj nemaye, di gelek efsaneyên xelkê de behsa wî dihat kirin. Hem li Rûsya, Ewrûpayê ev efsane hene û hem jî li Çînê. Di nava Yaqûtên Sîbîryayê de bi navê "Dewarê mezin ê reş" efsaneyek heye. Di vê efsaneyê de, ev dehbe tê kuştin û ji bo rahiştina sitirhê wî kaşkaşk hatiye bikaranîn. Dibe ku ev dehbeyê hanê, yek ji wan kerkedanên yeksitirh ên dêw be.

MOSKOV