Koma Awazê Çiya klîpa berhemeke xwe ya din belav kir. Hunermendên komê, kilama De Pîro ya bi Kirmanckî gotine ku behsa qirkirina Dêrsimê pê dikin. Klîp li ser hesabê youtube yê Art Recordsê hatiye belavkirin. Ev strana bi Kirmanckî 4 deqîqe û nîvan dirêj e. Ji bo kilamê amûrên tembûr, erbane, gîtar, dûdik û klarînet hatine bikaranîn. Hem awaz û hem jî gotinên kilamê yên Koma Awazê Çiya ne. 

NAVENDA NÛÇEYAN