Jina ku alaya Komara Kurdistanê ya Mehabadê dirûtî û neqişandî, Dayke Seyzade pêr wefat kir. Seyzade li bajarê xwe, li Mehabadê hat veşartin.
Li gorî gelek şahidiyan, Seyîdzade Fatme Ehmedîn (Dayke Seyzade), Ala Komara Kurdistanê li Mehabadê bi destê xwe neqişandiye, dirûtiye. Ew hevsera Wezîrê Poste, Telegraf û Telefonê yê Komara Kurdistanê Kerîm Ehmedîn bûye.
Wê bi xwe di dîmenekî tomarkirî de got, wê ew alaya ku roja ragihandina komarê li Mehabadê daliqandî bûye, kariye bîne cem xwe. Di heman dîmenan de ew dibêje, li ser israra Ebdurehman Qasimlo bi rêya dayik û xwişkên wî, ew neçar maye wê alê bide wan.
MEHABAD