ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/BEXDA

Hevserokê Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî diyar kir ku ew ji bo daxwazên civaka Êzîdî bigihînin rayedarên Bexda û Necef bi nûnerê Elî Sîstanî re li Necefê civiyane û da zanîn ku hevdîtinên wan wê li Bexdayê dewam bike.    

Hisên Hecî bal kişande ser armanca serdana wan a ji bo Necef û Bexda got; “Hemû kes dizane ev 4 sal di ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê re derbas dibin. Lê heya niha ti kesê karek ji bo Şengalê nekiriye. Em ji bo gihandina daxwazên Êzîdiyan ji cihên peywendîdar re hatine vir. Me hevdîtin bi gelek kesan re pêk anî. Yek ji wan jî nûnerê Elî Sîstanî ye. Me daxwazên gelê xwe pêşkêşê wan kir. Wan jî soz daye me ku daxwazên me bigehînin hikûmetê. Li ser kar bikin.”

6 daxwazên esasî

Hecî derbirî li ser rojeva 6 daxwazên esasî ya Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê bi alî pêwendîdar re rûdinin û ev 6 xal wiha rêz kirin:"

  • Tevî ku salek zêdetire tevahiya Şengalê ji destê DAIŞ’ê hatiye razgarkirin jî, lê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ti kar ji bo Şengalê û gelê me nehatiye kirin. Li rexmê hemû tiştê di 3’ê Tebaxê hatî serê me diyar e jî. Heya niha 69 gorên komî û yên nekomî li derdora Şengalê hene. Lê ti lêkolîn li ser van nehatiye kirin.
  • Hemû kes dizane ku li Şengalê gelê me xwe parast û li dijî DAIŞ’ê şer kir. Ji îro şûnde jî wê gelê me bikare xwe bi xwe biparêze û xwe birêve bibe.
  • Em bang li hikûmeta Iraqê dikin li hemberî êrîş û gefên berdewam ên dewleta Tirk li ser axa Iraqê û bi taybetî Şengalê bi erka xwe rabe. Pêşî li van êrîşan bigire. Ji bo gelê me bikare carek din vegere ser xaka xwe.
  • Ev 4 sal in Şengal di dorpêçê de ye. Tenê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve di dema fermanê de alikariya mirovî hat. Hatin û çûna gelê me ya ji bo Wargeha Newroz a li bajarê Dêrikê yê Rojava heye. Korîdorek hatiye vekirin, tenê em bi wê dikarin nefes bigirin.
  • Em li gel wêne ku bi aştiyane li gel pêkhateyên herêmê bijîn. Lê em li dijî vegera kesên destê wan di xwîna gelê me de ye.  Em daxwaz ji hikûmet û saziyên niştîmanî dikin kesê destê wan di qetilkirina gelê me de heyîn bên cezakirin. Ji bo nebine sedema pirsgirêkan li herêmê.
  • Ger hikûmet van daxwazên me di çarçoveya destûrê de pêk neyne, emê şêwazek din bi kar bînin. Ew jî bi cih hiştina welat ku gelê me wê bi temamî ji Iraqê derbikeve.”