- Dewleta Tirk bi qeymeqamê xwe yê Gazîosmanpaşayê pêşkêşkirina bi Kurdî ya lîstika Bêrû ya nivîskar Dario Fo qedexe kir. Ji Teatra Jiyana Nû Rûgeş Kirici got, ya hatî qedexekirin Kurdî ye û tirsa ji Kurdî dide der.
Qeymeqamiya Gazîosmapaşa ya Stenbolê, nîşandana lîstika şanoyê ya bi navê Bêrû bi Kurdî bê pêşkêşkirin. Lîstik beriya bi nîşandana lîstikê bi çend saetan hat qedexekirin. Piştî qedexeyê lîstikvanên Teatra Jiyana Nû yên lîstika Bêrû, Cîhat Ekinci û Rûgeş Kirici ji Ajansa Mezopotamyayê ya Nûçeyan (MA) re peyivîn. Wan got, qedexe êrişeke li dijî Kurdî ye û ya hatiye qedexekirin jî Kurd e.
Cîhat Ekîncî got, qedexe nihêrîna li Kurdan a dewleta Tirk nîşand dide û wiha dipeyive: "Tu nabêjî, Dario Fo PKKʼyî bûye. Yan jî ji wan we ye, ew Kurd e. Qedexe û bûyerên piştî qedexeyê dayî der, ev hemû rewşeke komediyê ye êdî. Dibe ku lîstik nexwendibin jî. Di lîstikê de behsa têkiliyên desthilat û sermayeyê tê kirin. Ya li vir qedexekirî ne şano ye, ne jî xelatgirê nobela wêjeyê Dario Fo ye. Ya qedexekirî esas Kurdî ye. Ev lîstik bi rehetî bi Tirkî dikare bê lîstin. Her lîstik dikare bi her zimanê bibe şano, lê gava mesele Kurdî ye, hingê dibe ‘tehlûkeyeke li ser ewlekariyê’ çêdibe. Ev jî nîşan dide ku nihêrîna dewleta Tirk li Kurdî, nasnameya Kurdî neguheriye.”
Li derveyî xwe Kurdiyê qebûl nake
Lîstikvan Rûgeş Kirici jî dibêje, di naveroka teblîxa qedexeyê de ti hinceteke eşkere nîne ka çi nîzama gelemperî xira dike. Wê got, wê ji polêsan pirsiye, "Lîstik yan ziman qedexe ye, em ewlekariya çi, bi çi û çawa dixin tehlûkeyê" û wiha de dewam kir: "Mesele ne lîstika me ye, mesele esas kurdîbûna lîstikê ye. Gava ew bi xwe bipeyive ne pirsgirêk e. Lê gava xelk bipeyive, yan jî hunerê wê bê kirin, hingê qedexe ye. Kurdiya ne di kontrola xwe de qedexe dike. Beriya vê lîstikê jî jin saziyên weşanê de hewl didin me terorîze bikin. Va ye, di dawiyê de em dan qedexekirin.”
Tirsa ji fermîbûna Kurdî
Rûgeş Kiriciyê got, her tişta di navê de Kurdî heye, desthilatê aciz dike û wiha dewam kir: "[Ev sîh sal in] Her roj qedexe û astengiyan datînin ber me. Me heta niha bi sedan şano li ser dikê pêşkêş kirin, em li her derî lîstikên xwe nîşan didin. Fermî bicihkirina lîstikeke bi Kurdî di nava bernameyekê de tirsa ji rewabûna Kurdî çêbû. Bi dehan komên bi Kurdî şanoyê dikin hene. Zexta ku îro li Kurdî tê kirin tê kirin bê qebûlkirin, maneya vê qedexekiirna ziman û çandên cuda ne. Jixwe zext li kurdî tê kirin. Niha ji bilî vê wê êrişî her berhema hunerî bikin a ku alternatîf e yan jî xwedî gotareke muxalif a hunerî ye. Ev ê bibe zemîn ji qedexeyên nû re."
Lîstikvan Omer Şahin jî ji AFPʼê re peyivî û zextên ji ziman têîn kirin û yên li miletê Kurd tên kirin şibandin hev.
NAVENDA NÛÇEYAN