Li gorî çavkaniyên Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê, çeteyên DAIŞ’ê li Palmîra ya li rojhilatê Humsê, 75 kesên ku kîvark kom dikirin, revandin.
Piştre çeteyan ji nav van 75 kesan, 12 kes qetl kirin. Di nava wan de jinek û leşkerekî rejîmê jî hebû. Bi aqûbeta 63 kesan jî nayê zanîn.
Di nava kesên qetilkirî de sivîlekî ji eşîra ‘El Muwalî’ jî heye û cenazeyê wî hate dîtin. Li ser cenazeyî kesê hatiye qetilkirin, şopa êşkenceyeke giran hatiye tesbîtkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN