DAIŞ’ê li Efxanistanê 16 kes qetil kirin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 26 Gulan 2022 - 22:24

  • Di encama 4 êrişên bombeyî yên DAIŞ´ê de li Efxanistanê pêr herî kêm 16 kes hatin kuştin û 33 kes birîndar bûn.

Di encama 4 êrişên bombeyî yên DAIŞ´ê de li Efxanistanê pêr herî kêm 16 kes hatin kuştin û 33 kes birîndar bûn.

Berdevkê Polêsên cihî li bajarê Mezarî Şerîf ê li bakurê Efxanistanê, Asif Wezîrî doh got, bombe di 3 otobusên li taxên cuda yên bajêr de hatibûn bicihkirin.

Her wiha polês û saziyên tenduristiyê yên Efxanistanê dan zanîn ku herî kêm 10 kes hatine kuştin û nêzî 15 kesan jî birîndar bûne.

Çeteyên DAIŞ`ê pêr bi şev ragihand ku wan her sê êriş kirine.

Li gorî daxuyaniya berdevkê polîsên Kabîlê, Xalid Zedran jî, pêr derengiya şevê bombeyeke din li mizgefteke li paytext Kabîlê teqiyaye û di encamê de herî kêm 6 kes hatine kuştin, 18 kes jî birîndar bûne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.