Di teqîna li Efganistanê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 14 kes birîndar bûn. Berdevkê Polêsên Kabulê Xalid Zadran ji medya navxweyî re ragihand ku li taxeke Kabulê di nava otobusekê de teqînek rû daye û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn. Çeteyên DAIŞ’ê yên li Xoresanê li ser medya dijîtal berpirsyartiya êrişê li xwe girtin.
Hêjayî gotinê ye ku di 3’ê Çileyê de li nêzî gora Qasim Silêman ya li parêzgeha Kirman a Îranê 2 teqîn rû dabûn û encamê de herî kêm 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, her wiha nêzî 300 kes birîndar bûn. Piştî teqînê çeteyên DAIŞ’ê ragihandibûn ku êriş ji aliyê wan ve hatiye pêkanîn.
NAVENDA NÛÇEYAN