DAIŞ’ê got min kiriye

Nûçeyên Cîhan

Şemî 23 Çile 2021 - 01:31

  • Çeteyên DAIŞ’ê daxuyanî dan û gotin, êriş ji alî wan ve hatiye kirin.

Pêr li Bexdayê di encama du êrişên xwekujî de, bi kêmanî 32 kes hatibûn kuştin û 110 kes jî birîndar bûn. Çeteyên DAIŞ’ê daxuyanî dan û gotin, êriş ji alî wan ve hatiye kirin.

Li paytexa Iraqê Bexdayê pêr saet li 11.30’an li qada bi navê “Qada Balafirgehê” du êrişên xwekujiyê pêk hatin. Rayedaran dan zanîn ku 2 êrişkaran di nava bazarê de bombeyên li ser xwe teqandine.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî êrişê daxuyaniyek da û got; “Gelê me xweragiriya li hemberî terorîstên DAIŞ’ê îsbat kiriye û zelal e. Wê tolhildana xwîna pak ya ku bi neheqî hatî rijandin, tund û bi hêz be.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.