DAIŞ li Elmanyayê jî Tirk e

Nûçeyên Cîhan

În 2 Hezîran 2023 - 01:31

Li şeş eyaletên Elmanyayê pêr polêsan hemwext bi ser qederê 100 mal û dikanan de girt. Beşekî vê operasyonê li Holandayê jî bi rê ve çû. Di encamê de bi tohmeta avakirina tevneke fînansekirina DAIŞ'ê 7 kes hatin girtin. Polêsên Elman 4 ji van li eyaleta NRW'ê û 2 jî li Hessenê kirin nezaretê. Di nava wan de dîsa 3 Tirk hebûn, tevî ku 2 ji wan welatiyên Elmanyayê bûn. Bi her halî têkiliya Tirkiyeyê û DAIŞ'ê careke din xuya bû. 

Di vê operasyona li dijî DAIŞ'ê de bêhtirî hezar polêsî cih girt. Wan welatiyekî Tirkiyeyê û 6 kesên din kirin nezaretê; di nava wan şeş kesan de jî ji navan diyar e ku didu jê Tirk in. Ji van heft kesan 4 jî jin in. Dozgeriya federal a Elmanyayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku li eyaletên Baden-Württemberg, Bremen, Hamburg, NRW, Hessen û Rheinland-Pfalzê operasyon hatiye kirin.

Di serdegirtinan de 7 kes hatin girtin û polêsan ew bi tohmete destekkirina terorê kirin nezaretê. Dozgerî weke tohmetê yekser navê “destekkirina rêxistina terorê li derveyî Elmanyayê” û “binpêkirina qanûna bazirganiya derve” hildide.

 

Navên Tirkan

Di nava kesên di nezaretê de welatiyên Elmanyayê Harun Y., Chahira A., Alperen K. û Anna Y. hene. Ji van 4 kesan 2 bi navê xwe Tirk in. Wekî din Siham O. hem welatiyê Elmanyayê û hem yê Fasê ye. Welatiya Tirkiyeyê Çagla K. û welatiya Kosovayê Kujtim B. jî di nava tohmetbaran de ne. 

 

DAIŞ'iyan ji wargehan direvînin

Tevî ku dozgeriya federal navê wargehên Hol û Rojê hilneda, wê got, van kesan herî kêm 65 hezar euro hewaleyî DAIŞ'ê kirine da ku DAIŞ'iyên di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji kampan birevin. 

Wezîra karê hundir ya Elmanyayê Nancy Faeserê jî got, “Tehlûkeya terora Îslamî hîna jî zêde ye û helwêsta me ya bi tedbîr dewam dike.” Wê navê “Terora Îslamî” bi kar anî, û got, ji bo wan muhim e tevnên fînanskirina wê tesbît bikin.

Lê esas bi raporên xwe yên dûrî rastiyê yên ku sermeselê îdîa dike ku li eyaleta NRW'ê hejmara tundrawên Îslamî kêm dibe û ji wan yên ku amade ne şidetê bi kar bînin jî kêm dibe, Elmanya bi çarxên xwe yên ewlekariyê, tehlûkeya DAIŞ'ê kêm nîşan dide.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.